Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin 2022-09-04 10:03:00   WAN - Zêdebûna bikaranîna hişbirê ya Wanê balê dikişîne ser xwe, kesekî berê hişbir bikardianî bi lêv kir ku polis çavên xwe li firotina madeyên hişbirê digirin. Dayikeke ku kurê wê hişbirê bikartîne jî bi gotina “Li ber deriyê dibistanan tê firotin” ev rewş kurteber kir.    Li Wanê di demên dawî de bikaranîna hişbirê zêde bûye lê balkêş e ku Miduriyeta Polîsan a Wanê gelek caran radigihîne ku ew li dijî bazirganên hişbirê operasyonan dikin, dest danîn ser hejmareke zêde ya madeyê hişbirê. Welatiyên li bajêr dijîn diyar kirin ku rayedar li dijî hişbirê têra xwe natêbikoşin û kesên berê hişbir bikardianîn jî gotin ku polîs çavên xwe li firotina madeyên hişbirê digirin.    D.O. ya li Wanê dijî 13 sal in ji bo kurê xwe yê hişbirê bikartîne têdikoşe. D.O. bi lêv kir ku ji bo kurê wê dest ji hişbirê bihêle serî li gelek saziyên rayedar daye û anî ziman ku rayedarên ku li dijî hişbirê serî li wan dane jî nebûne alîkar. D.O. ku li dijî bikaranîna hişbirê banga têkoşînê kir, xwest ku kesên hişbirê difiroşin bên cezakirin.    ‘BILA KESÊN DIFIROŞIN BÊN CEZAKIRIN’   D.O diyar kir ku cezayên ku didin firoşkarên hişbirê kêm in û got: “Ji bo kesên ku difiroşin divê cezayên zêde hebin, naxwe difikirin ku ‘ez ê 5 rojan, mehekê rakevim û ez ê dîsa bidomînim.’” Pêwîste dewlet, gel çareseriyekê ji vê re bibîne, kurê min dimire.”   D.O. dazanîn ku gelek caran xwest ku kurê xwe li nexweşxaneyê razînê lê piştevaniyeke baş nedît û wiha berdewam kir: “Kurê min tenê ji dê û bavên xwe piştgirî girt. Me serî li nexweşxaneyê da lê ji me re gotin ‘herin piştî meheke din werin’. Em piştî mehekê çûn, rojekê raza û derket. Gotin nikariye ku krîze derbas bike, di nava krîzê de paş ve hate malê.”   ‘LI BER DERIYÊ DIBISTANÊ TÊ FIROTIN’   D.O. diyar kir ku nûçeyên dawî hatine servîskirin ku Midûriyeta Polîsan a Wanê li dijî hejmareke zêde ya bazirganên hişbirê operasyon pêk aniye, rastiyê nîşan nade û ev pirs kir: “Eger rast bûya, eger ewqas hişbir hatibe girtin, çima hêj li ber deriyê hemû dibistanan tê firotin?”    ‘POLÎSAN NEKIN PIRSGIRÊK’   S.B. yê li Wanê dijî tiryakkêşê berê ye. S.B. ku piştî Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nas kir dest ji bikaranîna hişbirê berda û xwe birêxistin kir û li dijî hişbirê têdikoşe wiha got: “Peydakirina madeyê gelekî hêsan bû. Li her kolanê mîna ku tiştekî qanûnî ye dihat firotin. Ma polîs tiştekê li wan mirovên ku me ev made ji wan dikirîn nakin? Dema me dipirsî, wan kesan digotin ‘Wan nekin pirsgirêk. Ew mudaxileyî me nakin’ Bazirganiya wê gelekî rihet dihate kirin.”    Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Şahîn Akti yê li dijî bikaranîna hişbirê ya li bajêr zêde dibe têdikoşe diyar kir ku ew xwe digihînin ciwanên hişbirê bikartînin û alîkariyê didin wan ku dest ji hişbirê berdin. Akti, diyar kir ku ew weke Meclis demeke dirêj e hewl didin bi çalakî û aktîvîteyên cuda xwe bigihînin ciwanan û got: “Di komîteyên me de baskekî ciwanan diçe taxan, kî li ku ye, hişbirê çawa bi kar tînin, zêdetir çawa dibînin, bazirganiya wê çawa tê kirin bi vê re eleqedar dibin. Hevalên me yên din jî diçin taxan û diçin cihên tên bikaranîn û xwe digihînin ciwanan, piştre em bi malbatên wan re diaxivin û der barê tedawiyê de agahiyan didin. Baskê me yê din jî bi pêvajoyên tedawiyê re eleqedar dibe.” Akti, bang li ciwanan kir ku di bin sîwana Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de li dijî hişbirê têbikoşin.   MA / Bêrîvan Kûtlû