Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin 2022-09-04 10:50:28   ENQERE - Rojnamevanan bang kirin ku divê rêxistinên pîşeyî li dijî gefa bi çekê li Wanê li rojnamevanan hatiye xwarin deng derxînin û xwestin ku têkoşîn bê xurtkirin.    Li Tirkiyeyê pêkutî, lêdan, îşkence, binçavkirin û girtina rojnamegeran berdewam dike. Lewma di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2022'an de ku ji aliyê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ve hat amadekirin, Tirkiye di nava 180 welatan de di nava endeksa azadiya çapemeniyê de di rêza 149’emîn de cih girt. Di zextên ku di hefteya dawî de zêde bûn de, rojnamevan li gelek bajaran rastî êrîşên polîsan hatin. Mînakên vê yekê yên herî dawî jî li Wanê di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve bûn gefên kuştinê yên li rojnamevanan hatin xwarin. Polîsekî sivîl ji nûçegihana Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kûtlû û nûçegihana JINNEWS’ê Zelal Tûnç bi gotinên ‘ez ê te bikujim wê kes jî te nebîne’ gef xwarin. Heman polîsî ji nûçegihana JINNEWS’ê Elfazî Toral re jî çek kişand. Her wiha polîsan astengkirin ku rojnamevan dîmenan bikişînin û hewl da kamerayên wan bişkînin.   Li navçeya Kadikoya Stenbolê rojnamevan Zîlan Azad ku daxuyaniya 1’ê Îlonê şopand, bi ledanê û kelemçekirina bi paş ve hate binçavkirin. Di heman rojê de nûçegihana Bîanetê Tûgçe Yilmaz rastî tacîza polîsekî sivîl hat. Her wiha li Tokatkoy a Stenbolê jî polîsan ji bo veguherîna bajarvaniyê tax dorpêç kirin û êrîş birin ser nûçegihanên Halk TV’yê ku nûçe dişopandin. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Elîf Baybûrt a ku çalakiya xizmên girtiyan ên înfazên wan hatine şewitandin li Qada Kartal a Stenbolê dişopand, bi lêdanê û kelemçeya bi paş ve hate binçavkirin. Polîsan milê nûçegihanê Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Dogan Kaynak çemand û tundî lê kir.    Rojnamevanan bertek nîşanî tundiya polîsan dan û bêdengiya li dijî vê yekê rexne kirin.    DI HEDEFA FAŞÎZMÊ DE ROJNAMEVANTÎ HEYE   Eren Guven ê ji Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) girtina 16 rojnamevanên li Amedê hatin girtin bi bîr xist û got: “Em dibînin ku zilma li ser rojnamegeran di lûtkeyê de ye. Dema ku em ji bo serbestberdana hevalên xwe yên di demên dawî de hatine girtin têdikoşin, em niha dibînin ku ev zilm û zordarî li hemû qadên pîşeyê belav bûye. Roja din li Stenbolê me dît ku ne tenê rojnamevanên kurd, xebatkarên Haber Turk, Halk TV û KRT’yê jî êdî dikarin vê tundiyê bibînin. Ji bo vê jî em israr dikin ku di hedefa vê faşîzmê de ne tenê em, ev pîşe, yanî pîşeyê rojnamevaniyê heye.”   HIQÛQA DIJMINATIYÊ TÊ SEPANDIN   Bîrkan Bûlût ê ji Rojnameya Evrenselê diyar kir ku Tirkiye veguheriye welatê qedexeyan û azadiya agahî û îfadeyê ya gel ji holê hatiye rakirin û got: “Ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Amed û Wanê li her derê rojnamevan rastî tundiya polîsan tên. Em dibînin ku polîs bi temamî li dijî rojnamegerên kurd hiqûqa dijminan pêk tîne. Yên ku dixwazin bi tundiyê têkoşîna kesên li mafan digerin biçewisînin, rojnamevanan hedef digirin.”   DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ XURTKIRIN   Bûlût, Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe yê di 8’ê Çileya 1996’an de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Li Wanê li dijî çeka arasteyî Elfazî Toral hatiye kirin divê dengek bê bilindkirin. Di doza nêzî 5 salan a doza nûçegihanê Evrenselê Metîn Goktepe de, tevî ku têra malbata Goktepe û girseyên ku edaletê dixwazin nekir jî, kujer hatin cezakirin û terora dewletê hat mehkûmkirin. Di vê wateyê de doza Goktepe nîşan dide ku li dijî zextên li ser azadiya ramanê ya çapemeniyê û êrîşên li ser rojnamegeran têkoşînek xurt çiqas girîng e. Divê em îro li dijî zext, gef, tundiya li dijî rojnamevanan û herî dawî jî kişandina çekê ya li dijî nûçegihana JINNEWS’ê Toral a li Wanê, bibin yek û têkoşîna xwe xurt bikin.”    DIVÊ RÊXISTINÊN PÎŞEYÎ DENG DERXÎNIN    Ji Tora Piştevaniya bi Xebatkarên Ragihandinê ya Patronlarin Ensesîndeyîz Melek Avci jî destnîşan kir ku divê rêxistinên pîşeyî li dijî gefa bi çekê li Wanê li rojnamevanan hatiye xwarin deng derxînin û got: “Yanî îro çekê nîşan dide dema sibê bi wê çekê gule berda em ê çi bikin? Heke em li dijî nîşandana çekê û gotina ‘ez ê te li vir bikujim’ deng dernexînin, dema sibê bi heman awayî em kuştin an jî kesekî din kuştin, dema bi wê çekê gule berdan jî em ê bêdeng bibin?” Avci, diyar kir ku ewilî tundî li rojnamevanên kurd dike dû re belav dibe.   ‘AZADIYA ÇAPEMENIYÊ GIRÎNG E’   Sêrokê Giştî yê Komeleya Rojnamevanên Çagdaş Can Guleryuzlu, têkildarî tundiya polîsan a di demên dawî de zêde bû de wiha got: “AKP'ê di dema desthilatdariya xwe de du polîtîkayên li ser çapemeniyê meşandin. Yek ji van jî ew e ku saziyên çapemeniyê bi zextan çavtirsandî bikin û veguherînin amûra propagandayê û dema ev yek pêk neyê, pêşî li ragihandina wê bigirin. Di demên dawî de rêbaza duyemîn giraniya xwe daye der. Hema hema her bûyereke civakî yan jî ragihandina bertekên demokratîk ji aliyê hêzên ewlekariyê bi xwe ve bi binçavkirina rojnamevanan tê astengkirin. Azadiya çapemeniyê girîng e. Em ê bi hemû hempîşeyên xwe yên ku di vê rêyê de têdikoşin re bibin yek û berdewam bikin.”