Li Zapê helîkoptereke din hate xistin 2022-09-04 12:26:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma kurdistanê ku êrişên AKP’ê û PDK’ê lê didomin, di du rojan de du helikopter hatin xistin.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin. Li herêma Zap a şerên dijwar lê diqewimin, di du rojên dawî de du helîkopter hatin xistin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di şeva 2’yê îlonê helîkoptereke tîpa Skorsky, di şeva 3’yê îlonê de jî helîkoptereke din hatiye xistin.    Li gorî nûçeyê gelek leşkerên di helîkopteran de bûn jî jiyana xwe ji dest dane.