Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da 2022-09-04 15:12:28 ŞIRNEX/COLEMÊRG - Baroya Şirnexê û Colemêrgê bertek nîşanî hewldana serî tewandina parlamentera HDP’ê Semra Guzel da û xwestin ku derbarê berpirsyaran de lêpirsîn bê destpêkirin.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê piştî hedef hatibû nîşandan hatibû rakirin û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê wê de lêpirsîn dabû destpêkirin di 2’yê Îlonê de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Guzel a birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, dema di 3’yê îlonê de birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê polîsan bi paş ve kelemçekirinê tundî lê kir û hewl da “serê wê bitewînin”. Lê Guzel a tevî van hewldanan jî serê xwe netewand, li dadgeha ku birinê hate girtin. Baroya Şirnexê têkildarî girtina Guzel û pêkanîna polîsan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.    EWILÎ ROJNAMEVAN HATIN VEXWENDIN    Baroyê, diyar kir ku girtina Semra Guzelê nayê qebûlkirin û wiha got: “Di dîmenên ku bi zanebûn hatine kişandin û bi bangkirina rojnamevanan ji raya giştî re hatine servîskirin de tê dîtin ku Guzel bi paş ve hatiye kelemçekirin û hewldane bi zorê serê wê bitewînin û bi vî awayî di raya giştî de bê biçûkxistin û mûameleyeke zalimane û derveyî mirovahiyê lê kirine.”   JI HINCETÊN HIQÛQÎ BÊPAR E   Baroyê di daxuyaniyê de xala 17’emîn a makeqanûnê bi bîr xist û domand: “Divê neyê jibîrkirin ku armanca hiqûqê ne afirandina sûcdaran e, ji bo ewlekirina edaletê ye. Edalet, sedemeke gelekî pîroz e ku nebe qurbana berjewendiyên siyasî. Di vê mijarê de, em helwesta hovane ya li derveyî mirovahiyê ku bêyî hinceteke qanûnî ji bo parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel hate kirin qebûl nakin, em li bendê ne ku derhal li dijî berpirsyaran lêpirsîneke edlî û îdarî were destpêkirin û em ji raya giştî re radigihînin ku em ê mijarê bişopînin.”   BAROYA COLEMÊRGÊ JÎ DAXUYANÎ DA    Baroya Colemêrgê ya diyar kir ku mûameleya nebaş li Semra Guzel hatiye kirin jî xwest derbarê kesên berpirsyar de lêpirsîn were destpêkirin û li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Di encama mûameleya nebaş û pêkanînên derveyî rûmeta mirovahiyê yên li dijî Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel makeqanûn û PMME hatiye binpêkirin. Em mûameleya derveyî hiqûqê ya li parlamenterekê hatiye sepandin qebûl nakin. Divê derbarê berpirsyaran de bi lez lêpirsîn were destpêkirin.”