Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket 2022-09-04 16:29:47   WAN - Li herêma Metînayê piştî bombebarana balafirên şer, şewat derket.    Li herêma Metîna ya Herêma Kurdistana Federe ku ji 17’ê nîsanê ve AKP û PDK bi çekên kîmyewî û nukleer taktîk êrişên xwe didomîne, careke din bi balafirên şer hate bomberankirin. Piştî bombardimanê li baxçe û rêzên gundên li quntara Metînayê ne şewat derket.