Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin 2022-09-04 19:38:20   STENBOL - Parêzer Nagehan Avçil a endama OHD’ê diyar kir ku polîsan di binçavan de gefa kuştinê li miwekîlê wî Husamettîn Tanrikulu yê endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê xwariye.    Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Husamettîn Tanrikûlû duh di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin de li navçeya Esenyurdê hat binçavkirin. Tanrikûlû li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tê ragirtin.    Parêzer Nagehan Avçil a endama OHD’ê diyar kir ku polîsan di binçavan de gefa kuştinê li miwekîlê wî Husamettîn Tanrikulu yê endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê xwariye. Avçil da zanîn ku polîsan ji miwekîlê wê re gotiye, ‘tu derkevî derve jî em ê te bikujin’ û bi gefa kuştinê re rûbirû maye û ew ji ewlehiya canê miwekîlê xwe bi fikar e.   Avçil got ji ber biryara sînordarkirinê li ser dosyeya miwekîlê wî heye naveroka dosyeyê û hêceta binçavkirinê bi wan re nehatiye parvekirin û hê jî karûbarên binçavkirinê li midûriyeta polîsan didomin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.