Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye 2022-09-05 16:32:18   DENÎZLÎ/ÎZMÎR - Greva birçîbûnê ya 3 girtiyên li dijî binpêkirina mafan li Girtîgeha Kiriklarê dane destpêkirin di roja 9’emîn de berdewam dike. Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Denîzliyê jî di roja 36’emîn de ye.    Greva birçîbunê ya bêdem û bêdorveger a Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ku li dijî zêdebûna binpêkirina mafan li Girtîgeha Tîpa F a ya Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind a Kiriklarê dane destpêkirin di roja 9’emîn de berdewam dike. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê anî ziman ku ew ê di nava hefteyê de careke din biçin serdana girtiyan.    ŞANDE BI DOZGER RE AXIVÎ   Şandeya ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demoktratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û endamên Baroya Îzmîrê pêk tê, ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kiribûn.    DENÎZLÎ   Li aliyên din greva birçîbûnê ya Ekîm Polat (24) ê bi daxwaza mafê tedawiyê li Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê daye destpêkirin di roja 36’emîn de ye. Dayik Songul Îlker jî ji bo ku mafê tenduristiyê yê kurê wê bê bersivandin ev 28 roj e li pêşiya Gîrtîheha Tîpa T ya Denîzliyê çalakiya rûniştinê didomîne.    Îlker anî ziman ku kurê wê zext û îşkenceyê dibîne û ev bang kir: "Ji ber ku mafê wî yê tenduristiyê hat astengkirin wî dest bi greva birçîbûnê kir. Ez bang li her kesê dikim ku dengê Ekîm bibihîsin û ji bo ku mafê wî yê tenduristiyê  pêk were jê re bibin deng."