Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da 2022-09-05 17:17:46   WAN - Siyasetmedarê kurd Alver, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jiyana xwe ji dest da.    Siyasetmedarê kurd Ramazan Alver (52), ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê duh bi şev jiyana xwe ji dest da. Alver li navçeya Erdîşê Serokatiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), di navbera salên 2014 û 2019’an de jî Endamtiya Meclisa Şaredariya Erdîşê kiriye. Alver ê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristî demeke dirêj bû ku tedawî didît û duh bi şev li mala xwe ya li navçeya Erdîşê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Alver li Goristana Taxa Çelebîbagê ya Erdîşê bi tev li bûna malbat û gelek endamên partiyê hate veşartin.