Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin 2022-09-05 17:43:47   AMED - Odeya Endezyarên Jeolojiyê bi boneya 48'emîn salvegera Erdheja Lîcê daxuyaniyek da û got: "Malzemeyên nebaş û bêqalîte erdhejan dijwartir dikin."    Odeya Endezyarên Jeolojiyê (JMO) bi boneya 48'emîn salvegera Erdheja Licê ku di 6'ê Îlona 1976'an de bi pileya 6.6 çêbûbû û 2 hezar û 385 kesî jiyana xwe ji dest dabû û bi hezaran kes birîndar bûbûn, daxuyanî da. Endam û rêveberên MJO'yê tevlî daxuyaniyê bûn.   Seroka Odeya Endezyarên Jeolojiyê Dîcle Barçê metna daxuyaniyê xwend.    Barçê bibîr xist ku di Erdheja Licê de 8 hezar û 149 avahî û xanî hilweşiyane û nêzî 20 hezar xanî texrib büne. Barçö destnîşan kir ku ji ber xetên fayan gelek felaketên mezin çêbûne û got, bi taybetî erdhej û felaketên xwezayî, ji ber malzemeyên nebaş û bêqalîte dijwartir rû didin.    Barçê wiha pê de çû: "Hewce ye ku cihên ku ji bo îmarê neguncav ji hêla rêvebiriyên herêmî ve werin qedexekirin. Yek jî wergirtina tevdîrên afetan jî kontrolkirin e. Ji bo zirar û ziyan negihîje mal û canên gel hewce ye ev kontrolkirin bi mekanîzmayeke micid were kirin. Hewce ye derdorên Çemê Dîcleyê li ber îmarê bên girtin. Hewce ye bi lez birînên wan derdhejzedeyên 47 sal berê ku hatine jibîrkirin, bên pêçandin. Bi rêgeza welatîbûna wekhev, divê ji bo erdhejzedeyan avahî bên çêkirin û bê pere bên dayîn."