ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir 2022-09-05 19:33:14     AMED - ÎHD a Şaxa Amedê giliyên polîsên îşkence li Parlamentera HDP'ê Semra Guzelê kiribûn û peywîrdarên ku dîmenê vê îşkenceyê belav kiribûn, kir.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aa Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê hatibû betalkirin û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê demildest derbarê wê de lêpirsîn dabû destpêkirin di 2’yê Îlonê de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Di 3'yê Îlonê de ji Miduriyeta Polîsan a Stenbolê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatibû kirin, polîsên ku destên wê ji paş ve kelemçekiribûn îşkence lê kiribûn û hewl dabûn “serê wê bitewînin”. Guzel ku li ber xwe dabû û nehiştibû polîs serê wê bitewînin, hatibû girtin û ew şandibûn girtîgehê. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê giliyê polîsên ku îşkence li Guzelê kiribûn û peywirdarên ku dîmenên wê kêliyê belav kiribûn, kir.    Di serlêdana gilîkirinê de hatiye bibîrxistin ku Guzel hîna jî parlamenter e û wiha hatiye gotin: “Sûcê îşkenceyê ku di qanûnên neteweyî û navneteweyî de sûcê li hemberî mirovahiyê tê hesibandin û di her şert û mercî de qedexe ye; li pêşberî kamerayan li dijî jineke ku hîn parlamenter e û bi salan e di qada mafên jinan de dixebite hatiye kirin. Belavkirina dîmenên sûcî jî fikarên me parêzvanên mafên mirovan zêde dike. Her wiha tê fêhmkirin ku bi vî awayî hewl tê dayîn ku îşkence û muameleya xerab bê asayîkirin û rayedarên ku ev sûc kirine xwe disipêrin pêkanîna bêcezakirinê."   Di serlêdana ji bo gilîkirinê de hat xwestin ku demildest kesên tiliya wan di vê îşkenceyê de bên darizandin û cezakirin.