ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-06 09:00:02     * Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê nebin cihê çareseriyê û got, aştiya mayînde ne bi lihevkirina Esad û Erdogan, dê bi pêkhateyeke demokratîk a bi pêşengiya jinan pêk bê ku reng û dengên cuda di xwe de dihewîne.    * Rêvebirê HDP'ê Sûat Yîgît bal kişand ser bikaranîna tiryakê ya li Bazîdê û got: "Herî zêde madeya tiryakê ya ku jê re dibêjin 'metamfetamîn' tê bikaranîn. Li gorî gotina rayedaran 'çûk jî li ser sînor nafirin.' Lê ev tiryak çawa ji Afxanîstan û Îranê tê vir?"   * Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hewldana "sertewandinê" û pêkanîna kelemçekirina ji paş de ên li hemberî Semra Guzelê hatin kiri, wêneyê rejîma Tirkiyeyê ye.   * Endamên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bilgîç û Derya Akyol destnîşan kirin ku xwezaya Kurdistanê bi polîtikayên şer tê wêrankirin û ji bo meşa ku dê di 17'ê Îlonê de li Cûdiyê li dijî qirkirina xwezayê li dar bixin bang kirin.    * Rojnamevanên girtî ragihandin ku rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û BîrGun ên derbarê wan de tu biryarên qedexeyê nînin, bi hinceta “qedexe” ne nadin wan.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 547’emîn de berdewam dike.    * Doza derbarê polîsê bi navê Abdullah Ercan ê ku li navçeya Sûrê di dema qedexeyên derketina derve de Hêlîn Hasret Şen a 12 salî qetil kir, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (08.00-17.00)   * Doza derbarê endama berê ya MYK’a HDP’ê Sevîm Akdag de hatiye vekirin dê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (08.00-17.00)   * Çalakiya ku dayik Songul Îlker ji bo mafê tedawiyê yê kurê xwe girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin daye destpêkirin wê li pêş girtîgehê berdewam bike. (09.00-16.00)   * Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00)   * Doza derbarê 20 kesên ku beşdarî meşa 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li Rihayê bûn de hatiye vekirin, wê li 2’yemîn Dadgeha Asliye Ceza ya Rihayê dest pê bike. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin wê li Amed û Îzmîrê berdewam bike.