Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e 2022-09-06 09:05:08   STENBOL - Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê nebin cihê çareseriyê û got, aştiya mayînde ne bi lihevkirina Esad û Erdogan, dê bi pêkhateyeke demokratîk a bi pêşengiya jinan pêk bê ku reng û dengên cuda di xwe de dihewîne.    Li gel gefên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde dibin. Bertekên gelek derdoran ên li dijî vê polîtîkaya desthilatê jî didomin. Hunermend, rewşenbîr û nivîskar jî di nav de 308 kesan di 12'ê Tebaxê de ji maseya şeşalî re gotin "Nebe şirîkê sûcê şer ê desthilatê" û danezanek belav kir. Ji kesên ku îmze danîne bin vê danezana navborî aştîxwaz û pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan destnîşan kir ku divê her kes bi taybetî jî muxalefet li hemberî şer xwedî helwesteke cidî be. 'DESTHILATA POLÎTÎKAYÊN ŞER'   Altan diyar kir ku Tirkiye ev demeke dirêj e li bakurê Sûriyeyê di bin navê "herêma ewle" de polîtîkayên berfirehkirinê dimeşîne û got, tişta ku ewlehiya sînor misoger bike aştî ye. Altan diyar kir ku AKP di her qadê de têk çûye û got: “Polîtîkaya şer a AKP’ê bûye argumanek e ku desthilatdariya xwe li ser ava kiriye. Ji ber ku êdî ne di edaletê de, ne di demokrasî û aboriyê de û ne jî di qadên din de desthilatdariya AKP'ê nikare bi ser bikeve, xwe li netewperestî û êrşkariyê digire ji bo desthilata xwe bidomîne. Desthilata xwe li ser polîtîkaya şer ava dike."   KERRÎTIYEK MEZIN   Altan destnîşan kir ku polîtîkayên şer ne ji bo mifha gelan in û wiha got: “Me di danezana xwe ya 308 îmzeyî de bang li Maseya Şeşalî kir ku xwedî helwest be. Derbarê şerê li Tirkiyeyê de kerrîtiyeke mezin heye. Lê ji xeynî şer, krîza aborî, bêedaletî û pêkanînên antîdemokratîk, tengijîna desthilatdariyê çavkaniya sereke ya neçareseriyê ye. Desthilat di hemû daxuyaniyên xwe de dibêje, 'Çavê me ne li bihostek axa tu kesî ye jî, em dixwazin herêmeke ji terorê xalî ava bikin'. Lê AKP xeyalên osmaniya nû ku herêmine din li axa xwe zêde bike, pompeyî alîgirên xwe dike. Her wiha vê yekê wekî argumaneke hilbijartinê jî bi kar tîne.”   AŞTÎ TUNE BE EWLEHIYA SÎNOR JÎ TUNE YE   Altan îşaret bi wê yekê kir ku desthilata AKP'ê bi xeyalên osmanperestiya nû dixwaze Mûsil û Kerkûkê daxilî nava axa xwe bike û got: "Desthilat tim dibêje, 'Em ê nehêlin dewleteke kurdî ava bibe, em ê herêmê ji terorîstan paqij bikin, em ê xalî bikin.' Lewma dibêje 'Em ê qadeke ewlehiyê ya 30 kîlometreyî ava bikin.'  Lê dema ku hûn 30 kîlometre ber bi başûr ve biçin, ger dostekî we tune be an jî kesin we bi wan re peymana aştiyê çêkiribe tune bin, dê tu sînor ne bi ewle bin. Ne 30 kîlometre, hûn 130 kîlometreyan jî biçin, hûn ê nikaribin wê bi ewle bikin."   ZAROK, JIN, SIVÎL...   Altan diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo êrişên ku dê bibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibêje "paqijî" û wiha domand: "Qesda wan a ji paqijiyê ev e: Desthilat hemû kesên li wir terorîze dike. Ger her kes terorîst be paqijkirin tê çi wateyê? Paqijkirin tê wateya qirkirinê. Yanî ez ê wir ji terorê xalî bikim, ez ê ji ya ya ku niha dikim zêdetir bikim. Heta niha jin, zarok, mêr û sivîl ji aliyê SÎHA, balafir û topên tirk ve hatine qetilkirin. Dema li Zaxoyê ne kurd, ereb hatin kuştin, hebikekî be jî cîhan hay ji vê komkujiyê çêbû."   SIVÎLÊN TÊN KUŞTIN WEKÎ SIVÎL TÊN ÎLANKIRIN   Altan bilêv kir ku Tirkiye bi bomberdûmana hewayî û topan êrişê dibe ser gelên li dijî DAIŞ'ê şer diikin û axa xwe diparêzin û got, sivîlên mirine wekî "terorîst" hatine îlankirin. Altan wiha domand: “Hûn navê kevokên aştiyê jî li van êrişan bikin, ev dagirkerî ye. Ew ax bi salane di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, lê pirsgirêk bi dawî nabin. Herî dawî hêzên cîhadparêz û çeteyên li wir ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û wan birêxistin dike, alaya Tirkiyeyê şewitandin û bertek nîşan dan. Ji ber ku çareseriya pirsgirêkan ne şer e."   AKTORÊN DER   Altan got: "Lihevkirina Esad û Erdogan dê aştiyê neyen. Ji ber ku li Tirkiyeyê nêvengeke demokratîk tune ye, li Sûriyeyê gelek aktorên der hene. Sedema sereke ya hebûna DYA û Rûsyayê ya li wir jî ev e. Ji ber ku ne li Sûriyê ne jî li Tirkiyê rêz û hurmet ji kêmneteweyan û cudahiyên nijadî re tune ye. Mesela, li Tirkiyeyê tiştekî gelekî berbelav heye. Bi taybetî jî ji penaberên sûriyeyî re dibêjin, 'Çima hûn neçûn we axa xwe neparast? Çima hûn reviyan hatin vir, li welatê me dijîn?' Lê kesên ku axa xwe diparêzin jî wekî terorîst îlan dike. YPG'ê li dijî DAIŞ'ê ew gund parastin û bi berxwedana Kobanê re dest bi têkşikandinaDAIŞ'ê kir. Hûn ji vê pêkhateyê re ku welatê xwe û axa xwe diparêze, dibêjin terorîst û bi ser de dixwazin her kes jî ji wan re bibêje terorîst. Ji ber ku Tirkiyeyê ji YPG'ê re gotiye terorîst, her kes ne mecbûr e bibêje terorîst û kesên li wir li herêma xwe dijîn jî ne terorîst in."   'PÊKHATEYEKE DEMOKRATÎK'   Altan destnîşan kir ku sedemeke din a ku Tirkiye bi israr dixwaze êrişê bibe ser Rojavayê jî, pêkhateya jinan a li wir eû got, ji lew re li Rojavayê pêkhateyeke bi pêşengiya jinan heye ku jinê kiriye kirde. Altan got: “Tirkiye bi terorîzekirina vê pêkhateyê re nîşan dide ku ew pêkhateyeke jinparêz, qebûl dike û herêmeke di bin kontrola çete û rêxistinên cîhadparêz de dixwaze. Loma jî aştiyeke mayînde ne bi lihevkirina Esad û Erdogan, dê bi pêkhateyeke demokratîk a bi pêşengiya jinan pêk bê ku reng û dengên cuda di xwe de dihewîne."   'GER PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE DÊ RÊ VEBE'   Altan bibîr xist ku muxalefeta Tirkiyeyê li ber polîtîkayên şer ên desthilata AKP-MHP'ê bêdeng e û got: "Muxalefeta ji destpêkê ve li ber polîtîkayên şer ên desthilatê bêdeng e, tew li pişt AKP'ê rêz girt û got, 'Em li cem dewleta xwe ne.' Di vî şerî de tu berjewendiyeke neteweyî ya Tirkiyeyê tune ye. Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê jî pirsgirêka kurd e. Maseyeke şeşalî ku pirsgirêka kurd çareser neke û ji bo çareserkirina wê ne xwedî bernameyekê be, ne pêkan e ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Ger hûn vê çareser bikin, hûn dikarin aboriyê jî çareser bikin, pêşî li ber şer jî bigirin û aştiyê jî bînin. Wê demê dê pêşî li ber we vebe."   ‘MASEYA ŞEŞALÎ ŞIRÎKÊ SÛC E'   Altan destnîşan kir ku di mijara pirsgirêka kurd de bernameyeke zelal a Maseya Şeşalî tune ye û got: “Ji ber vê yekê ez Maseya Şeşalî wekî şirîkê sûc pênase dikim. Bi erêkirina tezkereyan û erêkirina biryara ji bo şandina eskeran a ber bi Sûriyeyê ve, piştgirî dane van polîtîkayan. Eger niha êrişek nû çêbibe, ji ber ku dê li ber ranebin ew jî dê bibin şirîkên wî sûcî. Ev dê bibe cihê encamine xirabtir ji bo Tirkiyeyê, ev dê bibe dagirkerî. Lewma divê bi feraseta ku ev dagirkerî ye divê li dij wê bê derketin."   MA / Esra Solîn Dal