Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir 2022-09-06 09:57:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku Tirkiyeyê û hêzên PDK’ê nêzî bajaroka Xelîfan a navçeya Soran a Hewlêrê êrişî komeke endamên HPG’ê kiriye.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Li gorî nûçeya RojNewsê derbas kir nêzî bajaroka Xelîfan a Sorana Hewlêrê ewilî bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî komeke endamên HPG’ê hatiye kirin û pişt re hêzên PDK’ê ji bejahiyê piştgirî daye êrişa hewayî.    Çavkaniyên herêmî yên diyar kirin ku li herêmê şer derketiye, bi lêv kirin ku di êrişa PDK’ê ya li Xelîfanê de 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane, 3 jî bi birîndarî dîl ketine.    PDK’ê beriya niha jî li heman herêmê du komên HPG’ê xistibûn kemînê û 9 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. PDK tevî hewldana malbatan jî cenazeyên endamên HPG’ê nedabûn malbatan.