Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne 2022-09-06 11:44:33   RIHA - Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kir û ev peyam parve kir: “Her kesên li ser koltuxên xwe rûdinin, bi bacên me meaş digirin û tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 547’emîn de berdewam dike. Malbat di saetên serê sibê de ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê hate ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kir.    DAYIKEK DI BIN TABELAYA EDALETÊ DE 547 ROJ IN DILORÎNE   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kir û ev peyam parve kir: “Di bin tabeleya edaletê de dayikeke ku 547 roj in destên xwe bilind dike û dilorîne heye. Her kesên li ser koltuxên xwe rûdinin, bi bacên me meaş digirin û tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne.”