‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’ 2022-09-06 16:57:33   ÎZMÎR/DENÎZLÎ - Di 108’emîn roja Nobeta Edaletê ku ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatin şewitandin ve hatiye destpêkirin de bang hat kirin ku daxwaza girtiyên nexweş ên di çalakiya greva birçîbûnê de ne bên bicihanîn.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê daye destpêkirin di roja 108’an de li ber Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ser dinivîsî li xwe kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karabaglarê piştgirî da malbatên girtiyan.    ‘BILA DAXWAZ BÊN PÊŞWAZÎKIRIN’   Hevserokê HDP’a Karabaglar Îsmaîl Başçi yê li vir axivî, diyar kir ku li girtîgehan li ser girtiyan zextên cidî û politikaya tecrîdê heye û wiha got: “Mafê ragihandinê yê girtiyan tê sînorkirin, mafê wan ên dermankirinê tê astengkirin û pêkanînên keyfî tên sepandin. Li dijî zextan li Girtîgeha Kiriklarê Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ketine çalakiya greva birçîbûnê. Bila zextên li ser girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bi dawî bibin û daxwazên wan demildest bên pêşwazîkirin.”   ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ YA LI BER GIRTÎGEHÊ    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo bê dermankirin daye destpêkirin di roja 37’emîn de berdewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Dayik Songul Îlker jî ji bo mafê tenduristiyê yê kurê wê û daxwazên wî bên pêşwazîkirin li pêş Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê daye destpêkirin jî di roja 29’an de berdewam dike.   ‘WEZARETA DADÊ BERPIRSYAR E’   Dayik Îlker, diyar kir ku îro di hevdîtina vekirî de kurê xwe dîtiye û bi lêv kir ku kurê wê duh bi awayekî bi sedyeyê kelemçekirî ve rakirine nexweşxaneyê. Dayik Îlker tiştên ku kurê wê jiyane wiha vegotin: “Duh di hucreyê de dilê Ekîm teng dibe. Pê li zîlê dike û wî dibin revîrê. Li rêvîrê rêya damarê tê vekirin û pişt re radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê. Li wir tedawiyeke çawa dikin nizanim. Hem destên wî tên kelemçekirin hem jî bi sedyeyê ve tê kelemçekirin û dibin nexweşxaneyê. Nikarin ev qas îşkenceyê li girtiyekî hem di çalakiya greva birçîbûnê de hem jî nexweşê dil bikin. Me dikarî Ekîm winda jî bikin. Midurê girtîgehê yê yekemîn Alî Riza Yildirim mecbûre derbarê tenduristiya kurê min de agahiyê bide. Ez dixwazim hevdîtinê bikim agahiyê jî nadin. Tiştek bi serê kurê min were midurê girtîgehê û Wezareta Dadê berpirsyar in.”   ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ BERDEWAM DIKE   Îlker, da zanîn ku kurê wê yê piştî tetkîkên wî hatin kirin nebirine beşa endokrînolojiyê qebûl nekiriye wî bibin beşa cerrahî û anî ziman ku kurê wê paş ve birine qawişa wî û çalakiya wî ya greva birçîbûnê berdewam dike.