Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan 2022-09-06 17:04:30   DÎLOK - Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan.    Li Herêma Pîşesaziyê ya 1'ê ya Dîlokê, li BAKSAN A.Ş.yê gava bi vîdanjorê kar dihat kirin teqînek rû da. Di teqînê de ku sedema wê nehatiye hîn bûn, Mûstafa Kesîktaş (27) û Ercan Kiliç (25) ên li paş vîdanjorê, jiyana xwe ji dest dan. Gelek karker jî birîndar bûn.    Cenazeyên karkeran ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê.   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.