Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe 2022-09-06 21:56:36       STENBOL - Gokhan Yildirim ê bi daxwaza darizandina adilane 256 rojan di rojiya mirinê de bû  û duh hat berdan, destnîşan kir ku ew bi berxwedana xwe hatiye berdan û got: “Mirov bêyî berxwedanê tu tiştî bi dest naxe."   Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (TÛAY-DER) ji bo Gokhan Yildirim ê di Girtîgeha Tekirdagê ya Tîpa F'yê ya Hejmara 1'ê de bi daxwaza darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kir û rojiya xwe 256 rojan domand, li taxa Guzeltepe ya Eyupê di malekê de daxuyanî da. Gokhan Yildirim, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gelan (HHB) û hevalên wî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartê wêneyên Gokhan Yildirim, Sîbel Balaç û Îlerî Kizilaltûn û nivîsa “Delîla me bedena me ye!“ û “Bijî berxwedana me ya rojiya mirinê!" li ser hat daliqandin.   Polîs, di têketina malê de li nasnameyê kesên tev li daxuyaniyê bûn nihêrt.   Gokhan Yildirim ê di destpêka daxuyaniyê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku tiştê ku li dijî neheqî û nehiqûqiyê bê kirin e berxwedan e. Yildirim got ku serî li her rêyê daye û ji ber tu encam jê negirtiye dest bi rojiya mirinê kiriye û ev tişt got: “256 roj in, di rojiya mirinê de me. 256 rojan em ji bo daxwazên xwe qêriyan. Em di girtîgehê de qêriyan, hevrê û malbatên me ji der ve bi me re bûn. Di vê merheleyê gelek kes destgîr bûn û êrîş çêbûn."   Yildirim destnîşan kir ku ew bi zorê rakirine nexweşxaneyê da ku dest tê wer bidin, lê wî mehekê li ber xwe daye û got: “Timî heman tişt kirin û ji bo min gotin ku ez nan dixwim. Digotin, Gokhan maye 800 gram kalorî. Me ev tu car ji bîr nekir û nakin.“ Yildirim da zanîn ku di vê pêvajoyê de dibe ku ew tavilê jiyana xwe ji dest bide û bi bîr xist ku naxwaze jiyana xwe ji dest bide lê dixwaze bi awayekî adilane bê darizandin û got: “Mûstafa, Helîn, Ebrû hemû şehîd bûn. Hemû di berxwedanê de şehîd bûn."   Yildirim îşaret bi wê yekê kir ku ew ne bi biryara Saziya Tibê ya Edlî lê bi têkoşîna xwe hatiye berdan û got: “ATK’ê ez bernedam. Em bi ser ketin."   ‘MIROV BÊYÎ BERXWEDANÊ TU TIŞTÎ BI DEST NAXE’   Yildirim da xuyakirin ku ew dev ji têkoşîna bernade û ew ê bibe deng ji hevalên xwe yê di girtîgehê de di rojiya mirinê de ne û wiha pê de çû: “Min dest bi rojiya mirinê kiriye, lê ez ji jiyanê hez dikim. Ez îro bi saya berxwedana xwe ji der ve me. Tu tişt bêyî berxwedanê bi dest nakeve. Banga min li gelê me ew e ku rêya biserketinê berxwedan e."   ‘DELÎLA ME BEDENA ME YE’   Naîme Kara ya li ser navê Malbatên TAYAD’î daxuyanî ji çapemeniyê re xwend, destnîşan kir ku berxwedêrên rojiya mirinê gotine ‘delîla me bedena me ye’ û li dijî lixwemikurhatin û hevkariyê ji bo mafê darizandina adilane li ber xwe didin.   Kara diyar kir ku mafê darizandina adilane veguheriya meseleyek a welêt û wiha got: “Banga me li gelê me ew e ku li dora têkoşîna mafê darizandina adilane ya bi pêşengiya Gokhan, Sîbel û Îlerî dest pê kiriye bibe xelek.