ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-07 09:00:12     * Jinan diyar kir ku êrişa li ser parlamenter Semra Guzelê perpitînên dawî yên AKP-MHP'ê ne û gotin: “Gelek desthilat hatin vî welatî û çûn, lê em man. Ev welat yê me ye, em ê siyasetê bikin."   * Nûnerên saziyên sivîl xwestin ku daxwazên girtiyên nexweş ên li girtîgehan li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirine bên qebûlkirin û  gotin, neçaresernekirin binpêkirinên mafan zêde, binpêkirin jî mirinan."   * Serokê ÎMO'ya Şaxa Wanê Mihaîl Atik destnîşan kir ku xebatên binesaziyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xizmeta astengdaran nakin û got, ji ber rantê bajêr bûye enqaz.   * Amediyan bertek nîşanî binpêkirinên mafan û mirinên li girtîgehan dan û gotin, girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 548’emîn de berdewam dike.    * Danişîna Doza derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin de wê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Doza derbarê Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli, Barkin Tîmtîk û Ozgur Yilmaz de hatiye vekirin, wê li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)   * Çalakiya ku dayik Songul Îlker ji bo mafê tedawiyê yê kurê xwe girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin daye destpêkirin wê li pêş girtîgehê berdewam bike. (10.00-16.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin wê li Amed û Îzmîrê bidome. (11.00) ZINDÎ   * Sendîkaya Teqawîdên Demokratîk wê zema li ceyran, gaza xwezayî û berhemên mezaxtinê yên bingehîn li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê şermezar bike. (14.00)   * MED-DER  îro li avahiyê komeleya xwe dê rapora derbarê qursên wan de ku ji hêla Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk hatiye amadekirin bi daxuyaniya çapemeniyê aşkera bike. (15.00)