Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan 2022-09-07 09:02:48   AMED - Amediyan bertek nîşanî binpêkirinên mafan û mirinên li girtîgehan dan û gotin, girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan.   Tahde û îşkenceya li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe dijwartir dibe. Bi taybetî jî li dijî girtiyên nexweş. Bi raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK) berdana girtiyên nexweş tê astengkirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 8 mehên ewil ên sala 2022'yan de herî kêm 5 girtî jiyana xwe ji dest dane.    Amediyan bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirina girtiyan dan.  ‘JI BER KURDBÛNA XWE NAYÊN BERDAN’   Welatiyê bi navê Ramazan Tûgay anî ziman ku li girtîgehan bi hezaran binpêkirinên mafan rû didin û got, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) nayên pêkanîn. Tûgay bibîr xist ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş ên bêsûc hene û got: "Ligel hemû raporan jî nayên berdan, ji ber ku kurd in. Eger ew ne kurd, tirk bûna teqez dê bihatana berdan. Lewma edalet tune ye. Eger edalet hebûna dê niha gelek hevalên me li derve bûna. Hewce ye partiyên siyasî di vî warî de baş bitêkoşin."   ‘QIRKIRINEKE SIYASÎ YE’   Welatiyê bi navê Mehmet Morkûzû jî diyar kir ku dadger û dozger karên xwe nakin û got, niha di girtîgehan de belesebeb gelek girtî hene. Morkûzû destnîşan kir ku yên tên girtin jî bi piranî endam û rêvebirên HDP'ê ne. Morkûzû axaftina xwe wiha domand: “Em niha zextên herî mezin li ser HDP’ê dibînin. Bi rastî jî cihê ku mirovahî, heq, hiqûq û edalet lê hebe, ev qas kes nayên girtin. Hewce ye bi lez girtîgeh werin valakirin. Zîndanîkirina girtiyên nexweş bêhiqûqîtî ye. Kesê ku bûye îradeya gel avêtine hundir. Ev qirkirineke siyasî ye. Niha daxwazkirina tiştekî ji desthilatdariyê, bêmantiq e. Ji ber ku guh nadin me. Diz û çete li derve digerin, lê kesên siyasî girtî ne. Ev siyasî bîlfiîl tu sûç nekirine. Ev polîtîkaya bêîradekirina gel e.”   Welatiyê bi navê Tahsîn Oral bertek nîşanî binpêkirinên mafan û mirinên li girtîgehan çêdibin dan û got, ev bi temamî polîtîkayên şer in, ên li hemberî kurdan tên meşandin. Oral bibîr xist ku ji girtîgehan gelek cenazeyên kurdan derdikevin û got: "Tev jî mirovên polîtîk, xwedanhişmendî, demokrat, welathez û dijşer in. Girtina van mirovan ne rast e."    Oral bilêv kir ku desthilatdara heyî ne guh dide hiqûqê ne jî heqê.   ‘BERPIRS WEZARET E’   Welatiyê bi navê Bunyamîn Gorker bibîr xist ku venêrîna girtîgehan di berpirsiyariya Wezareta Dadê de ye û got, divê Wezareta Dadê mufettîşan peywirdar bike ji bo kontrolkirina girtîgehan. Gorker got: "Li nav sînorên vî welatî her kes xwedî maf e. Dixwazî bila girtiyê siyasî be, dixwazî bila yê muebedxwarî be hemû xwedî maf in û eger nexweş be hewce ye bên dermankirin. Eger dermankirin ne mimkun be jî, ev dikarin ji aliyê serokkomar ve werin berdan. Ev welat ji bo tu partiyên siyasî mîrate nemaye an jî ji bo hin malbatan. Eger tu wek dewletê erka xwe bi cîh bîni û gel pêş bikeve, dê zemîna sûc ji holê rabe û wê çaxê jî jixwe tu kes sûc nake. Eger kesek sûcekî bike, berpirsiyar wezaret e. Di berîka her kesî de nasnameya Komara Tirkiyeyê heye û dewlet jî mecbûr e li wan kesan binêre. Eger lê nenêre bila cihê xwe biterikîne û here. Tu kesî bi zorê ew li wir negirtine.”   ‘LI TIRKIYEYÊ EDALET TUNE YE’   Ekrem Yildiz jî got: “Tu sûcê girtiyan tune ye. Sûcê wan zimanê wan û kurdbûna wan e. Di girtîgehan de deh kesên sûcdar hebin, bi deh hezaran jî bêsûc hene. Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Heq, hiqûq ji holê hatiye hilanîn. Xwedê heqê me nehêle. Miletê me tev birçî ye. Em demek dirêj e di bin zilmê de ne. Sedema zilma li me tê kirin jî zimanê me ye. Girtiyên me tev li erdê ne, lis er betonê ne. Xwedê heqê me ji wan bistîne.”   Welatî Mehmet Polat jî anî ziman ku kesên di girtîgehan de ji ber ku fikir û ramana xwe anîne zimên hatine girtin û got, demildest divê ev desthilat bê guherandin.