Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê 2022-09-07 12:18:23   MÊRDÎN - Şer û pevçûnên ku piştî herêma Omeryan bi balafirên şer hate bombekirin dest pê kiribûn, didomin. Hate hîn bûn ku kepçeya bipalet şandine herêma şer.     Operasyona leşkerî ku di 4’ê îlonê de li herêma Omeriya ya Mêrdînê hatiye destpêkirin didome, di 5’ê îlonê de herêm bi balafirên şer hate bombebarankirin. Piştî bombebarana hewayî bi tev li bûna tîmên taybet û cerdevanan li herêmê operasyon hate destpêkirin û helikopter sewqî herêmê hatin kirin. Di dema vê operasyonê de di navbera leşker û endamên HPG’ê de şer derket û şer û pevçûn du roj in didomin.     Hate diyarkirin ku di pevçûnên duh qewimîn de 4 jê tîmên taybet û cerdevanek birîndar bûne û li gundê Bezekê yê girêdayî Nisêbînê şer berdewam dike.    KETIN Û DERKETIN QEDEXE KIRINE   Li herêma ku hin caran dengê çek û teqînan jê tê, liv û tevgera helîkopteran didome. Hate hînbûn ku ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin û ji ber qedexeyê servîsên gundan jî naxebitin.    KEPÇE HATE ŞANDIN    Li aliyê din li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, kepçeyeke bipalet şandine herêmê. Hate diyarkirin ku kepçe sewqî herêma bejahî hatiye kirin û derdorên şikeftekê tê kolan.