Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin 2022-09-07 13:06:36   AMED - Parêzera TGS'ê Ulku Şahîn ku çû serdana 16 rojnamevanên girtî, anî ziman ku qawîşên ku jin lê dimînin tên ragirtin bi kamerayan tên şopandin.    Lêpîrsîna derbarê Gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruç, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Daguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ên li Amedê di 8’ê hezîranê de hatibûn binçavkirin û di 16’ê hezîranê de jî hatibûn girtin, tevî ku 83 roj bi ser girtina wan re derbas bûn jî, îdianameya wan nehatiye amadekirin. Rojnamegerên ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind ên Hejmara 1 û 2’yan ên Amedê de tên ragirtin, bernameyên ku ew pêşkeş dikirin û hevdîtinên bi çavkaniyên xwe re kiribûn hincet hatin nîşandan û rojnameger bi “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin.     Parêzera Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ulku Şahîn bi rojnamegerên girtî re hevdîtin kir. Şahîn ragihand ku tenduristiya rojnamegeran baş e û got ku rojnameger dixwazin ku piştevaniya wan were xurtkirin. Şahîn bal kişand ser dema binçavkirina rojnamegeran ku ev 3 meh in girtî ne û da zanîn ku hêj jî dozger derbarê rojnamegeran de îdianame amade nekiriye.    Şahîn derbarê pirsgirêkên ku rojnamegeran jê re ragihandine de axivî û pirsgirêkan wan wiha rêz kirin:     “*Ji ber germa havînê ya ku derdikeve ser 40 dereceyan û ji ber banê girtîgehê yê ku hatiye sackirin girtî di qawîşan de bi germahiyeke zêde re rûbirû dimînin.     * Azîz Orûç, Sûat Dogûhan û Abdurrahman Oncu ji dema sewqî Girtîgeha Hejmara 1’emîn a Ewlehiya Bilind hatine kirin ve sarinc nedane wan, ji ber hewayê germ ava sar venexwarine û tiştên ji xwe re ji kantînê distînin jî ji ber tunebûna sarincê zû xera dibin. Serdanên di van mijaran de hatine kirin de rêveberiya girtîgehê heya niha tu bersiv nedaye rojnamegeran.    * Mafê sohbet û sporê li girtiyan nedane bikaranîn, çalakiyên civakî nedane pêkanîn û ev rewş civakîbûna wan asteng kiriye.    * Demeke dirêj sewqa wan ya nexweşxaneyê nehatiye kirin.    * Ji deriyê qawişên serşoka rojnamegeran heya qadên civakî her der bi kamerayan tên şopandin, dema ku rojnamegeran derdixin derve jî bi 2 kelemçeyan tên kelemçekirin.    * Bihayê tiştên kantînê gelek zêde ne û ev rewş di hêla aboriyê de bandoreke nebaş hem li wan hem jî li malbatên wan dike.    * Ji ber wan nakîl dikin qadên jiyana wan û pergala wan xera dibe.    * Ew ji destdanîna nameyên, negihaştina nameyên ku wan bi rêya postayê şandine û bihayê nameyan bi gazinin.     Elektrik faturalarının tutukluya yansıtılmaması gerekirken,  ticarethane türünden kesildiği için çok yüksek faturalar geldiğini söylediler.   * Cihê ku divê fatûreyên ceyranê bi girtiyan nedin razandin, ji ber bi cureya ticaretxaneyan fature li wan tê birîn, fature gelek bilind tên.     * Rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û BîrGunê nadin wan, rojnameyên didin wan jî di şev digehin ber destên wan. Jî kanalên televîzyonê yên ku rêveberiya girtîgehê destûr daye bêhtir nikarin kanalên cudatir  temaşe bikin û serlêdanên wan ên di vê mijarê de hatine kirin jî bêbersiv mane.”