Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin 2022-09-07 16:15:59   MÊRDÎN - Piştî îstîfaya Serokê Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê Abdûlkadîr Tûtaşi, Mehmet Tatlidere yê ku anîne ser peywirê 15 karker ji kar derxistin.    Meclîsa Şaredariya Artûklûyê piştî îstîfaya Serokê Şaredariya AKP’î Abdûlkadîr Tûtaşi 30’ê tebaxê Mehmet Tatlidere wek şaredar hilbijart û Tatlidere piştî ku bû şaredar 15 kes ji kar derxist. Karkeran têkildarî derxistina xwe ya ji kar ev îdia anîn ziman: “Dê şûna me 15 kesên din bigirin. Ji wan pere stendine ji ber wê em ji kar derxistin."   Serê sibê li pêşiya şaredariya ku karker çûbûnê gelek polîs hatibûn sewqkirin. Ji ber nîqaşên derketine Meclîsa Şaredariyê civîna xwe pêşwext bidawî kir.