Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min” 2022-09-07 16:54:47   DÎLOK - Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê girtina Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a parêzbendiya wê hatibû rakirin, şermezar kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dîlokê girtina Parlamentera HDP’î ya Amedê Semra Guzel a parêzbendiya wê hatibû rakirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Gelek kes tev li daxuyaniya ku di avahiyê partiyê de hat dayîn bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede wekîla me” hat vekirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Dîlokê Ayten Kaya axivî û destnîşan kir ku polîtîkayên li dijî çewisandina siyasetmedarên jin zêde bûye û got: “Bêgûman ev êriş nîşaneya zêdebûna tundiyên li dijî sazîbûn, siyasî, takekesî û her qada jinan û têkoşîna jinan e.”   ‘EM XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERDIKEVIN’   Kaya, bertek nişanî nêzîkatiya li dijî Guzel hatiye meşandin da û ev tişt gotin: “Feraseta desthilata mêr a ku her carê xwe mîsoger dike bila vê yekê baş zanibe ku em jin dê neçewisin. Nêzîkatiya parlamenterekê ya kelemçeya bi paş ve ku sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi hewldana tewandina serê wê û kêşana porê wê ve binçavkirin nayê qebûlkirin. Semra Guzel îradeya gel û jinan e. Em xwedî li îradeya xwe derdikevin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Parlamenter Semra îradeya me ye” û çepikan bi dawî bû.