Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan 2022-09-07 17:43:09   ENQERE - GirtI Hanefî Eser piştî ku 30 salên di girtîgehê de ma, hate berdan.    GirtI Hanefî Eser ê di lîsteya girtiyên nexweş ê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire û di 29’ê cotmeha 1992’yan de hatibû girtin, piştî ku 30 salan di girtîgehê de ma ji Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2’yan a Bunyana Kayseriyê hate berdan.    Hesaba Rojeva Zîndanan berdana Eser ragihand. Di parvekirinê de ev tişt hatin gotin: “Piştî 30 salan tu bi xêr hatî. Hanefî Eser bi wan 30 salên zehmet li ber xwe da û hate berdan. Tu ji gelek derdan, demên îşkenceyan û ji grevên birçîbûnê derbas bûyî. Tu bi xêr hatî nav gelê xwe.”