Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da 2022-09-07 18:05:10   MÊRDÎN - Zarokê li Qoserê ji şaneşîna mala xwe ya qata 5’an ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.    Zarokê bi navê Denîz Çelîk ê li Taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Qosera Mêrdînê bi malbata xwe re dijiya ji şaneşîna mala xwe ya qata 5’an ket xwarê û bi giranî birîndar bû. Malbat bang li tîmên tenduristiyê kir û tîmên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê, zarok birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Li gel hemû mudaxileyan zarok jiyana xwe ji dest da.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.