Makbûle Ozer ji girtîgehê derket 2022-09-07 18:12:29   WAN - Makbûle Ozer (80) a ku di 9’ê Gulanê de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” li navçeya Artemêtan a Wanê hatibû girtin, hate berdan.    Makbûle Ozer (80) ku di 9’ê Gulanê de piştî 2 sal û mehek cezayê girtîgehê yê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû pesendkirin li navçeya Artemêtan a Wanê hatibû girtin,  hat berdan.    Ozer, piştî ku cezayê wê salekê hat taloqkirin, hat berdan. Ozer ku ji girtîgehê derket malavayiya her kesî kir.