Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin 2022-09-07 21:41:20   WAN- Ji ber nûçeya "Heman dozger biryara binçavkirina rojnamevanan daye" ya têkildarî du welatiyên ku li navçeya Şaxê ji helîkopterê hatibûn avêtin, derbarê Îmtiyazê yê MA'yê Ferhat Çelîk û Xwediyê Îmtiyazê yê Jiyanê Îdrîs Yayla de ku wî jî heman nûçe belav kiribû, doz gat vekirin.    Ji ber nûçeya "Heman dozger biryara binçavkirina rojnamevanan daye" ya têkildarî du welatiyên ku li navçeya Şaxê ya Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin, derbarê Îmtiyazê yê MA'yê Ferhat Çelîk û Xwediyê Îmtiyazê yê Jiyanê Îdrîs Yayla de ku wî jî heman nûçe belav kiribû lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna derbarê rojnamevanan de bi dawî û bû îdianame hat amadekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna derbarê Çelîk û Yayla de di 9'ê Tebaxê de temam kir û îdianameyê ji Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Wanê re şand. Dadgehê îdianame qebûl kir. Danişîna ewil dê di 22'yê Mijdarê de bê lidarxistin.    Li navçeya Şax a Wanê welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban ji helîkopterê hatibûn avêtin û paşê hatibûn binçavkirin Ji welatiyan Tûrgût piştî bûyerê bi demekê jiyana xwe ji dest dabû. Rojnamevanên ku ev bûyer ragihandibûn jî hatibûn binçavkirin û girtin.