Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê 2022-09-08 09:02:09   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, du îhaleyên bi buhayê 49 milyonan da fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê. Qeyûm, her du îhale di çarçoveya xala "îhaleyên demildest divê bên çêkirin" a di mewzûatê de çêkirin.   Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Alî Îhsan Sû û rêvebiriya wî, du îhaleyên ji bo çêkirina rêya dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê. Îhaleya ji bo çêkirina rêyên gundê navçeya Pîranê di 10'ê Tebaxê de hat çêkirin. Qeyûm, îhaleya ku maliyeta wê li dor 39 milyon û 38 hezar û 810 lîreyan hatibû diyarkirin, bi 34 milyon û 156 hezar û 173 lîreyan de fîrmaya SÎGMA'yê ya li Enqereyê.    ÎHALE DA FÎRMAYEK LI MÊRSÎNÊ   Îhaleya ji bo çêkirina rêyên li sînorên navçeya Pîran û Gêlê jî di 11'ê Tebaxê de bi usûla bazariyê hat çêkirin. Qeyûm Walî Alî Îhsan Sû, îhaleya ku maliyeta wê li dor 16 milyon û 215 hezar û 241 TL hatibû diyarkirin,bi 14 milyon û 589 hezar û 840 lîreyî da fîrmaya CENBA ya li Mêrsînê.    Qeyûm, her du îhale di çarçoveya xala "îhaleyên demildest divê bên çêkirin" a di mewzûatê de çêkirin.