Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne 2022-09-08 09:02:25   AMED - Gundên Tonekrak, Pirejman, Berig û Tirmalê yên navçeya Pîranê ji sala 2015'an ve dorpêçkirî ne. Şêniyên gundan xwestin dawî li vê dorpêçkirinê bê.    Gundên Tonekrak, Pirejman, Berig û Tirmal ên giredayî navçeya Pîran a Amedê ku ji sala 2009’an ve wekî heremên "ewlehiya taybet" hatine îlankirin, ji sala 2015'an ve ketin û derketina wan ji aliyê eskeran ve tê astengkirin. Dema ketin û derketina gundan saet di navbera 07.00-17.00'an de ye. Gundiyan anîn ziman ku ev qedexekirin dem bi dem tên dirêjkirin û ji ber van qedexeyan mexdûr dibin.    Şêniya gund Kadriye Karata derbarê mijare de anî ziman ku 4 gund di dorpêçe de ne û qedexeya piştî seat 17.00’an bandoreke nebaş li şêniyên gundan dike. Karata bi lêv kir ku qedexeya gundan ji sala 2015’an heta niha berdewam dike û got: “Di saet 17.00’an de hewa hênik dibe û şêniyên gund piranî karê xwe di wê saetê de dikin. Lê ji ber ku ketin û derketin qedexe ye welatî bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Mînak, gelek baxçeyên şêniyên gundan hene, lê ji ber ku piştî 17.00’an qedexe heye nikarin karê xwe bikin. Em nikarine heywanên xwe xwedî bikin. Lê pirsgirêka herî mezin jî dema kesek nexweş bikeve, heta ambulans neyê em nikarin nexweş bi derfetên xwe bibin nexweşxaneyê. Heke piştî saet 17.00’an yek nexweş bikeve, heta ambulans were dibe ku ew kes jiyana xwe jî ji dest bide. Lewma divê ew qedexe bê rakirin.”   LEŞKER KETÛBER GULEYAN BERDIDIN   Karata bal kişand ser şewata daristanên gund jî û wiha pê dê çû: “Her sal xwezaya me tê şewitandin. Her sal qereqol gund dişewitîne. Her wiha leşkerên qereqolê wiha ketûber guleyan berdidin derdorê. Bi şev saet çi dibe bila bibe, dengê guleyan tê. Ji ber guleyên leşkeran hem jiyana me hem jî jiyana ajalan di xetereyê de ye. Pirsgireka me ya av û ceyranê jî heye. AKP di hilbijartine de digot, ‘Em tenê malekê jî be ceyran nahelin’ lê ceyrana me tune ye. Em ceyranê bi enerjiya rojê dabîn dikin. Piştî ku qereqol bîrên sondajê vekirin ava me jî kem bû. Ji ber ku kaniyên tim tên bombekirin, ava me jî miçiqiye. Tenê du kaniyên me hene ji ber ku av tune em nikarine zeviyên xwe biçînin.” . ‘JI BER QEDEXEYAN DÊYA MIN JIYANA XWE JI DEST DA’   Şêniya gund Habîbe Karateke jî diyar kir ku havînan li gund dimînin û zivistanan jî li Amedê û zarokên we jî li navendê dimînin. Karateke destnîşan kir ku zarokên wê ji ber qedexeyan nikarin werin gund û got: “Zarokên me dema tên gund ji ber ku piştî 17.00’an derketina gund qedexe ye nikarin çayekê vexwin û hema radibin diçin. Ji ber wan qedexeyan dêya min jiyana xwe ji dest da. Nexweş bû, me nikaribû wê bibe nexweşxaneyê, heta ambulans hat jiyana xwe ji dest da. Dema kesek nexweş dikeve em pêşî li keyayê gund digerin, ew jî li taburê digerê û ew jî li ambulansê digerin. Jixwe heke nexweşek giran hebe wê jiyana xwe jî dest bide. Em vê yekê naxwazin, bila rêya me vekin.”   Karateke anî ziman ku dewsa guleyên leşkeran li ser xaniyan hene û wiha bertek nîşan da: “Ew qet nafikirin, nabejin mirov li gund hene. Jiyana me di xetereyê de ye. Ne rêya gund heye, ne av ne jî ceyran."