Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye 2022-09-08 09:02:39   STENBOL - Nûrettîn Îldiz, bavê Alî Haydar Ildiz ku 5 meh in li Girtîgeha Bodrûmê ya Tîpa S'yê di hucreyê de tê girtin, diyar kir ku kurê wî nikare sûdê ji tu mafan bigire.    Alî Haydar Îldizê ku di sala 2016'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin û paşê hat girtin û cezayê muebeda giran lê hat birîn, piştî girtîgeha Mêrdîn, Erzingan, Erzirom û Amedê 5 meh berê sewqî Girtîgeha Bodrûmê ya Tîpa S'yê hat kirin. Îldiz ji roja ku sewqî Girt,îgeha Bodrûmê hatiye kirin heya niha bi tena serê xwe di hucreyekê de tê girtin. Îldiz bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    LÊGERÎN   Bav Nurettîn Îldiz ku di 5'ê Îlonê de bi rêya telefonê bi kurê xwe Îldiz re axivî destnîşan kir ku kurê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Îldiz diyar kir ku di dema çûnhatina revîrê de lêgerîna li hundirê dev li kurê wî tê ferzkirin û got: "Ev lêgerîna li hundirê dev awayekî îşkenceyê ye. Li hemû girtiyan û girtiyên nexweş tê ferzkirin." Îldiz bilêv kir ku hemû mafên kurên wî hatine binpêkirin û got: "Sûdê ji tu aktivîteyeke sosyal nagire. Ger mirovek 24 saetan bi tena serê xwe di hucreyekê de bimîne, ma wê ew mirov xwedî çi mafan bin? Em dixwazin demildest dawî li vê îşkenceyê bê. Demildest bila zarokên me bibin qawîşan. Belesebeb wan xistine hucreyan. Ev, kiryarên kêfî yên midûrê girtîgehê ne. Di hikûmetê de valahiyek heye. Kes sûdê ji vê valahiyê digirin. Bi tena serê xwe biryaran digirin û girtîgehekê vediguherînin kaosê."   BANGAWAZÎ   Îldiz pêkanîn li girtîgehê wekî "dijminatiya li dijî gelê kurd" pênase kirin û got: "Ev nijadperestî ye, faşîzm e."    Îldiz li dijî van binpêkirinên li girtîgehan bang kir ku her kes hesas be di vî warî de.