Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin 2022-09-08 09:03:40   AMED - Parêzer Adîle Salman a endama OHD'ê diyar kir ku bijîşkên ATK'ê girtiyan wekî nexweşan nahesibînin û raporên ku bi fermanan tên esas digirin û got: "Piştgirî û berteka civakî dikare bêhiqûqîtiyê çareser bike."    Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku rêxistinên mafên wan wekî "mirinxaneyan" bi nav dikin, zêde dibin. Li gel van binpêkirinan, hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibe. Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di 8 mehên ewil ên sala 2022'yan de herî kêm 50 girtî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên ÎHD'ê piraniya van girtiyan, Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora "di girtîgehê de bimînin" dane wan. Parêzer Adîle Salman a Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirinên mafan û mirina girtiyan ku rayedarên desthilatê xwe ji bo wan li bêdengiyê danîne, axivî.   'ATK, FERMANAN ESAS DIGIRE'   Salman anî ziman ku bijîşkên li ATK'ê dixebitin raporên ku bi fermanê tên girtin esas digirin û got: "ATK, ew sazî ye ku rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da Îbrahîm Yildirim ê ji sedî 98 astengdar ê jiyana xwe ji dest da, Aysel Tûglûk a bi nexweşiya demansê û Mehmet Emîn Ozkanê 85 salî ku 5 caran krîza dil derbas kiriye, 4 caran banjiyo bûye û gelek nexweşînên kronîk pê re hene. Herî ji bo Makbûle Ozerê wergêr peyda nekir û ew muayene nekir."    'BIRYARÊN DESTEYAN NE HIQÛQÎ NE'   Salman anî ziman ku biryarên bijişkên ATK'ê û sonda bijîşktiyê bereksên hev in û mirina girtiyan nîşan dide ku "ATK, girtiyan wekî nexweşan nahesibîne." Salman destnîşan kir ku pergaleke li ser esasên hiqûqî tune ye û ji xeynî ATK, biryarên Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehan jî ne hiqûqî ne.    ‘DANEYÊN DI WESFA KOMKUJIYÊ DE'   Salman destnîşan kir ku dewlet ji parastina mafê jiyanê berpirsyar e û bal kişand ser mirina girtiyên nexweş û got: "Li ber me daneyên di wesfê komkujiyê de hene. Ev jî nîşan dide ku dewlet tu carî berprisiyariya xwe ya pozîtîf pêk neaniye."    HEWLDANA 'TERBIYEKIRINÊ'   Selman bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li hin girtîgehan li dijî mirin û binpêkirina mafan ên li girtîgehan hatine destpêkirin û wiha axivî: “Bi cezayên dîsîplînê re tê xwestin ku girtî bi pêkhateyeke robotîk ji nirxên xwe yên bingehîn ên mirovî dûr bikevin. Bi pergala îşkence û tecrîdê tê xwestin ku girtî bên tepisandin. Demek berê me rapora pergala îşkenceyê ya Girtîgeha Amedê ya T3'yan eşkere kir. Dixwazin bi odeyên singerî girtiyan terbiye bikin. Deverên ku kamera wan nabînin çêdikin û li vir bi awayekî fîzîkî îşkenceyê li girtiyan dikin."    BINPÊKIRINÊN MAFAN   Salman wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gava girtiya nexweş Semire Direkçi ya di Girtîgeha Amedê ya Jinan de dibin ATK'ê, di balafirê de kelemçeya di destê wê de venakin. Çima? Pîlotê balafirê wisa xwestiye. Nexweşekî din jî piştî ku mudaxileya cerahî li diranê wî tê kirin wî tînin û jê dixwazin tampona di dev de derxe. Bi kamerayên li qada taybet a girtiyan mêze dikin, hemû jiyana girtiyan tomar dikin. Ji bo pirtûkan kota heye. Girtî nikarin pirtûkên ku dixwazin bistînin an jî gava ji wan re tên nadin wan. Kabîneyên telefonan tim bi arîze ne û bi vî awayî mafê wan ê pêwendîdanînê jî tê astengkirin. Di dema hevdîtinan de malbat bi pêkanînên di asta tacizê re rû bi rû dimînin. Em li girtîgehan her tim bi rêbazeke nû ya îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Girtî jî bi bedena xwe li dijî van pêkanînan li ber xwe didin."   ‘BERTEKEKE CIVAKÎ DIVÊ'   Salman anî ziman ku ji bo dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê liv û tevgereke civakî divê û got: “Ji ber ku girtiyên nexweş nayên berdan, înfazên wan nayên taloqkirin û ji ber ku înfaz bi awayekî kêfî tên şewitandin û ji ber ku gelek bêhiqûqîtî rû didin dayik di nobeda edaletê de ne. Helbet divê ev liv û tevgera malbatan zêde dibe. Lê gava piştgirî û berteka civakî zêde bibe, ev bêhiqûqîtî bi temamî ji holê ranebe jî dê kêm bibe. Divê hemû girtî û xizmên wan, heya ev yek negihê mekanîzmayên navneteweyî dest ji vê têkoşîna xwe ya hiqûqî bernedin."