Amedî: Em li ba Semra Guzel in 2022-09-08 10:40:57   AMED - Welatiyên Amedî bertek nîşanî girtin û hewldana ser tewandina Semra Guzelê dan û gotin: “Em li ba Semra Guzel in.”   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel piştî ku hedef hate nîşandan parêzbendiya wê hate rakirin. Piştî parêzbendiya wê hate rakirin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Guzelê de lêpirsîn da destpêkirin. Guzel a derbarê wê de biryara binçavkirinê dan, di 2’yê îlonê de hate binçavkirin.    Guzel a birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, dema beriya bibin edliyeyê ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê bi paş ve hate kelemçekirin û polîsan tundî lê kir. Polîsan li ber kamereyan xwest ku serê Guzel bitewînin lê Guzelê li ber xwe da û ne hişt serê wê bê tewandin. Dû re Guzel a anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi SEG-BÎS’ê îfade da Dadgeha Sûlhê ya Enqereyê. Guzel li vir bi heman îdiayan hate girtin.    Gelê Amedê bertek nîşanî girtin û hewldana ser tewandina Semra Guzelê dan.   ‘EM LI BA SEMRA GUZEL’IN’   Welatiyê bi navê Şehmûs Başkan, diyar kir ku mûameleya nebaş a li Semra Guzel hate kirin qebûl nake û wê yekê şermezar dike. Başkan, diyar kir ku parlementera gelek deng ji gelê Amedê stend, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ve hedef hate nîşandan. Başkan bi lêv kir ku hewceye ji ber vê kiryara xwe Wezîrê Karên Hundir bê darizandin û wiha got: “Sedat Peker gelek kiryarên Wezîrê Karên Hundir derxistin holê lê tiştek nebû. Li vî welatî heq, hiqûq, edalet tune ye. Ne mimkune ku mirov li vî welatî qala edaletê bike. Gelê Amedê yê ku dengên xwe daye Semra Guzel li ba wê ye. Eger ku edalet hebûya niha ji xwe parêzbendiya parlementeran ne dihatin rakirin. Lê dîsa jî ew nûnerên me ne û em dê dîsa dengên xwe bidin wan û em wan ji bîr nakin. Ez wan kesên ku ev kiryare kirî jî şermizar dikim.”   ‘ARMANCA WAN DOZA KURD Û GEL JI HEV QUT BIKIN E’   Welatiyê bi navê Rêzan Kaanarslan jî anî ziman ku desthilat jî baş dizane ku parlementerên vê herêmê hêmanên nûneriyê ne û dixwazin çavên gel bi tirsînin. Kaanarslan dest nîşankir ku dixwazin bi zextan çok bidin danîn û wiha got: “Esas ji aliyê desthilatê ve gelek parlementerên me yên weke Semra Guzel hatin binçavkirin û girtin. Weke kevneşopiya dewletê û desthilatê li dijî nûnerên gelê kurd êrişek heye û armanca li vir bi gelê kurd çok danîne. Lê Semra Guzel ne tenê parlementer, di heman demê de bijîşk e û gelek salan jî Seroktiya Odeya Bijişkan jî kiriye. Her wiha têkiliya wê û gel jî heye. Hedef, şikandina vê têkiliyê ye jî. Hedefek wan jî bi dûrxistinê, şikandina têkiliyê, bi dûwar kêşandinê doza kurdan û gel ji hev qût bikin e.”   Kaanarslan, bertek nîşanî mûxalefetê jî da û got: “Ez li vir wek Amediyekî dixwazim ji ber bertek ne nîşandayîna mûxalefetê re nerazîbûna xwe bînim ziman. Ji ber ku Semra Guzel hêj jî parlementere û îro mûxalefet tû bertek nîşanî vê girtinê nedan. Ev, bê rêziyek li hember gelê kurd e. Ji ber ku mijar dibe kurd ew jî xwe kerr dikin.”   ‘SEMRA GUZEL HEDEF HAT GIRTIN’   Kaanarslan, derbarê ser tewandin û tûndiyê de wiha axivî: “Sekna Guzel û peyama wê ya di got ‘haya min heye ku çi dikin’ pir bi qiymet e. Ev jî esasen berxwedana gelê kurd bû. Binçavkirina ku di çaxê parlementerên HEP û bi taybetî Orhan Dogan de dest pê kirî, di bûyera İdrîs Baluken de jî û di çalakiya Wanê ya piştî daxûyaniya jinan a gotibûn ‘jin serî na tewînin’ de ji aliyê jinên polis ve serî tewandin û binçavkirin bûye kevneşopiyek dewletê. Ev domandina şerê sîstematîk ya li hember kurdan nîşan dide. Em ê dîsa parlementerên xwe hilbijêrin. Em xwedî li berxwedana wan jî derdikevin. Çawa dema parlementerên HEP’ê ji girtîgehê derketin gel xwedî li wan derket, em jî dê xwedî li parlamenter, hevserokên giştî û hevşaredarên xwe derkevin.”   Kaanarslan di mijara rakirina parêzbendiya parlementeran de jî bertekên xwe nîşan dan û wiha pê de çû: “Pergala ku em jê re dibêjin dewlet, binyatek baviksalar e. Polîtîkayên şer ên desthilatê herî zêde ser jinan bandor dike. Berê niha parêzbendiya Salîha Aydenîz ji bo rakirinê şandin meclîsê. Niha jî Semra Guzel hedef tê girtin. Esasen ev tiştekî sistematîk e. Hem kurdan hem jî jinan hedef digirin.”   ‘RAKIRINA PARÊZBENDIYAN SIYASÎ YE’   Welatiyê bi navê Omer Ozgur da zanîn ku ya li Semra Guzel hatiye kirin ne tiştekî nû hatiye kirine. Ozgur diyar kir ku desthilat kesê ji xwe re tahlûke dibîne di avêjin girtîgehan de û got: “Dibe ku ji ber axiftina min ya niha, min jî bi avêjin hundir. Silhedîn Demîrtaş ev salan e di girtîgehê de ye û girtina wi jî ji ber heman tiştiye. Tû sûcê wi jî tûneye. Qeyûm tayînî şûna kesên ku em dengên xwe didinê dikin lê tû kes jî devê xwe venake. Ji ber ku gel ditirse. Yên ku ne tirsin jî niha di girtîgehan de ne. Her wiha niha jî dest bi rakirina parêzbendiyên parlementeran dikin. Rakirina van parêzbendiyan armancek siyasî ye.”   ‘DIVÊ KES LI DIJÎ VÊ NEHEQIYÊ BÊDENG NEBE’   Welatiyê bi navê Mahmut Çakmak jî diyar kir ku ya bi Semra Guzel hatiye kirin neheqî ye. Çakmak, dest nîşan kir ku hewceye ji ber van kiryaran bêdeng nebin û dengê xwe derxin û wiha got: “Ji ber ku em çi qas bêdeng bin, em ew qas tên perçiqandin. Îşkence binçavkirin û rakirina parêzbendiya parlementera Amedê Semra Guzel xetere ye. Hewceye ev pêvajo were sekinandin. Herkes xwedî îradeyeke azad e û hewceye parêzbendiyên kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin neyê rakirin. Hewceye êdî tû kes li dijî vê neheqiyê bêdeng nebe.”   Welatiyê bi navê Mehmet Kabasakalli bi lêv kir ku kesên gel hilbijartî dîsa tenê gel dikare ji wir bigire. Kabasakalli yê diyar kir ku tiştên ku li Semra Guzel hatine kirin xetere ye, bi lêv kir ku anîna rojevê ya bûyera ku beriyê çend salan çêbû ne tiştekî baş e û wiha got: “Ji bo ku pere bibin ji herkesî re dibêjin terorist. Herkes teroristin lê yên ku pere didizin, welat dişêlînin ne terorist in”   ‘JI BO ME KURDAN EDALET TÛNE YE’   Welatiyê bi navê Efe Can jî bertek nîşanî bêhiqûqiya li Semra Guzel hatiye kirin da û got ku em parêzbendiyan wek sembolîk dibînin. Can, dest nîşan kir ku ev yek zext û tûndiya li ser jinan jî tîne li ber çavan û got: “Çi dibe bila bibe, me xwestiye bibin nûnerên me. Lê çi hikmete ku kesên gel hilbijartî û kirine nûnerên xwe, heqên wan yên nûneriyê ji destê wan tê girtin. Gotinek wan ya li ser doza kurd hatiye gotin bêhnokekê jê di avêjin û di kişînin ser mijarên cûdatir û wan digirin. Pêvajoya çareseriyê de serokkomar û serokwezîrê Tirkiyeyê jî gotinên kurdan yên li ser aşitiyê gotin. Di wê pêvajoyê de ji ber ku wan digotin ne sûc bû tlê niha wek terorizm penase dikin. Ev tiştekî xelet e. Tevahî girtin li ser van mijaran e. Ji bo wan edalet heye lê ji bo me kurdan edalet tune ye.”