Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike 2022-09-08 12:07:25   RIHA - Ferît Şenyaşar diyar kir ku wan xwestiye bi dozgerê 10’emîn ku tayînî dosyeya qetlîama malbata wî hatiye kirin re xwestine hevdîtin bik lê daxwaza wan hatiye redkirin.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo 3 ferdên malbata wan di êrişa parêzvan û xizmên Parlametnerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, berdewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobedê digire, di roja 549’emîn de berdewam dike.    Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew têkoşîna xwe ya edaletê didomînin û wezîr û Serokkomar Erdogan ku piştî qetlîamê ji bo Yildiz ê AKP’yî daxuyanî dan ji bo Emîne Şenyaşar gotinek jî nekirine.    ‘ÇIMA HER KES KOR Û KERR E’    Şenyaşar pirsa, ‘Çima her kes xwe li kerbûnê û korîtiyê datîne?” kir û got: “Têkoşîna daye ya 549 roj in didome her roj tê rojevê. Di rojeva Meclisê de tê axaftin. Çima daxuyaniyek ji yên ku qetlîamê diparêzin nayê? Çima kes darnakeve nabêje parlamenterê me mafdar e.”   DOZGER DAXWAZA HEVDÎTINÊ RED KIR    Şenyaşar destnîşan kir ku bi hezaran mirov vê zilma li ber edliyeyê dîtin lê dozger û dadgeran nedîtin û zilma li dijî wan didome. Şenyaşar bal kişand ser guhertina dozgerê dosyeyê yê 10’emîn û destnîşan kir ku wan xwestiye bi vî dozgerê 10’emîn ku hatiye tayînkirin re hevdîtin bikin lê daxwaza wan hatiye redkirin. Şenyaşar got heta edalet bi cih neyê ew ê ji ber edliyeyê neçin.