Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn 2022-09-08 12:41:56 MÛŞ - Di qezaya trafîkê ya li ser rêyê Mûş û Bedlîsê de dolmîşa karkerên tekstîlê dibir kar qeza kir û 2 jê giran 13 karker birîndar bûn.    Li Xaçerêya Balefirgeha ser rêya di navbera Mûş û Bedlîsê de qezaya trafîkê pêk hat. Ajokarê dolmîşa ku karkeran di kargeha tekstîlê de dexebitîn ji navçeya Dêrxasê ber bi bajarokê Sûngûyê ve dibir ji bo ku li segê li ser rê nexe direksiyon bada lê piştre nekarî kontrol bike. Dolmîşa ku di wê kêliyê de wergeriya, bi ketina ber refûjên li kêleka rê sekinî. Di qezaya pêk hat de 2 jê bi giranî 13 karker birîndar bûn. Piştî mudaxileya tîmên tenduristiyê ya lezgîn, kesên ku birîndar bûbûn birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.