Rojnamevanan giliyê polîsan kirin 2022-09-08 14:17:24   STENBOL - Nûçegihanên ETHA û MA’yê ku di dema şopandina nûçeyê de rastî tundî û binçavkirina polîsan hatin, giliyê polîsan kirin.    Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Cemiyeta Rojnamevanên Dîcle Fıratê (DFG) bi nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dogan Kaynak re ku di 3’yê Îlonê de dema li Meydana Kartalê çalakiya Nobeta Edaletê dişopandin rastî tundiyê hat û nûçegihana ETHA’yê Elîf Baybûrt a bi lêdane hatibû binçavkirin re, li ber Edliyeya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Malbatên girtiyan, edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz, Seroka Şaxa Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) ya Stenbolê Banû Tûna, parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû û gelek rojnamevan tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” , “Çapemeniya azad welatê azad” , “Binçavkirin, girtin û zext nikarin me bitirsînin”, “Bijî piştgiriya çapemeniyê” hatin berzkirin û dowîzên “Wan serê xwe netewand, me serê xwe netewand, em ê serê xwe netewînin” , “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” , “Pênûsa heqîqetê nikare bê avakirin” hatin hilgirtin.    ROJNAMEVAN BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK TÊN ASTENGKIRIN   Nûçegihana ETHA’yê Elîf Baybûrt diyar kir ku rojnamevanên ku dixwazin dengê gel ragihînin bi awayekî sistematik tên astengkirin û bang kir ku herkes li kedkarên çapemeniya azad xwedî derkeve.    Nûçegihanê ajansa me Dogan Kaynak jî bal kişand ser îşkenceya ku polîsan li rojnamevanan û dayikan kir û got: “Em ê tu car paş ve gavê neavêjin, em ê her tim li ber xwe bidin bila ev wisa were zanîn. Hûn çiqas dixwazin asteng bikin em daxuyaniya dayikan bişopînin û îşkenceyê teşhîr bikin.”   DFG: EM Ê ŞOPDARÊN PÊVAJOYÊ BIN   Endama Lijneya Rêveberiya DFG’ê Nişmiye Guler jî destnîşan kir ku êrişên polîsan ên li ser çapemeniyê bûne polîtîkayek û bi lêv kir ku weke DFG’ê wê bibin şopdarên pêvajoyê.    MKGP: EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN   Dîren Yûrtsever a li ser navê MKGP’ê axivî jî diyar kir ku li dijî pêkanînên polîsan paş ve gavê naavêjin û got: “Îşkence li malbatên girtiyan tê kirin. Naxwazin ev dîmenên îşkenceyê bên dîtin. Lê hevalên me hene ku ji bo mafê agahîgirtinê yê gel têdikoşin û dixwazin rûmeta rojnamevaniyê biparêzin. Ji ber vê yekê dibin hedef. Hevalên me wê îro bi gilîkirinê têkoşîna hiqûqî bidin destpêkirin. Em jî dê li cem wan bisekinin û vê têkoşînê bi hev re bimeşînin.    Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî bi lêv kir ku polîs mafê nûçe girtinê ye gel asteng dike û bang li rayagiştî kir ku li dijî zextên li çapemeniya azad tên kirin bêdeng nemînin.   Piştî daxuyaniyê rojnamevan ketin edliyeyê û li dijî tundiya polîsan serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dan û giliyê polîsan kirin.