Li Cûdî şer derket 2022-09-08 14:35:00   ŞIRNEX - Li herêma Çiyayê Cûdî di navbera leşkerên derketine operasyonê û endamên HPG’ê de şer derket.    Hate hînbûn ku li herêma Çiyayê Cûdî di navbera leşker û cerdevanên derketine operasyonê û endamên HPG’ê de şer derketiye. Qada Deriyê Çirçira ku şer lê qewimiye bi helîkopteran hate bombekirin. Hate hînbûn ku li herêmê operasyona leşkerî didome.