Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn 2022-09-08 14:42:20   ENQERE - Derbarê pirtûka Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yüksekdag a “Dîwarên Dê Hilweşin” biryara qedexekirina belavkirin û firotinê hat dayîn. Ji bo pirtûkên hatine belavkirin jî biryara berhevkirin û îmhakirinê hat dayîn.    Derbarê pirtûka Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag de bi hinceta “bi riya çapamenî û weşanê propagandaya rêxistinê kirinê” biryara qedexekirina belavkirin û firotina pirtûkan hat dayîn, derbarê pirtûkên hatine belavkirin û firotin jî biryara komkirin û îmhakirinê hate dayîn.     Dadgeha Hejmara 6’emîn a Cezayê Sûlhê ya Antalyayê, pirtûka Yuksekdagê bi hincetên “pesnê endamên rêxistinê dide” û “ji bo ku rêxistin piştevaniya gel bistîne hatiye nîvîsîn” nîşan da û biryara qedexe, komkirin û îmhakirinê da.