Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye 2022-09-08 15:18:36 AMED - Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy di çalakiya malbatên girtiyan de axivî û diyar kir ku Enqere heta qirikê xetimî ye û bi girtina mirovên 80 salî hêza dewletê nîşan dide.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên tehliyekirina wan tê taloqkirin di roja 296’emîn de li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Rêveberên HDP, DBP, OHD, MEBYA-DER, TUAY-DER, Komeley Hewldana 78’an û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy tev li çalakiyên bûn.     Reşahat Ada ya xwişka girtiyê nexweş Hamdusena Ada axivî û diyar kir ku berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û ew bang li hemû dinyayê, Wezîrê Dadê û Serokkomar dikin ku qanûnan bicih bînin û girtiyên nexweş û cezayê wan qediyaye bên berdan. Ada destnîşan kir ku ew vê zilmê qebûl nakin.    ‘DEWLET JI MAKBÛLE OZER JÎ DITIRSE’    Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî axivî û da zanîn ku ew zilma li ser girtiyan qebûl nakin û wê hesabê vê yekê bipirsin. Ozsoy got girtiyên nexweş li ber çavê Wezîrê Dadê û rayedaran dimirin lê denge xwe dernaxin. Ozsoy anî ziman ku kes bi vê zilmê nagihîje cihekî û heke bigihîştayê dê Kenan Evren di wê zilmê de bi ser keta. Ozsoy da zanîn ku ev dewlet ewqas qels bûye ji Makbûle Ozer a 80 salî jî ditirse. Ozsoy destnîşan kir ku Enqere heta qirikê xetimî ye û bi girtina mirovên 80 salî hêza dewletê nîşan dide. Ozsoy got heta dawiyê ew li cem têkoşîna malbatên xwe ne.