Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan 2022-09-08 15:43:18 NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê diyar kir ku di operasyona li Kampa Holê de çeteyên DAÎŞ’ê kincên jinan li xwe kirine û êrîş kirine. Di vê êrîşê de 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dane.   Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di operasyona li Kampa Holê de çeteyên DAÎŞ’ê kincên jinan li xwe kirine û êrîş kirine û di vê êrişê de 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.   QSD têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî ev daxuyanî parve kir: “Şeva din di şerê li dijî şaneyeke çekdar a DAIŞ’ê de ku cilên jinan li xwe kiribûn, li beşa 5’an a kampa Holê 2 şervanên me ku bi giranî birîndar bûbûn, şehîd bûn. Şaneyeke terorîst a çeteyên DAIŞ`ê ku ji 7 çeteyan pêk dihat û 2 jê jin in, hewl da ji kampê bireve. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya hêzên me destwerdan kir da ku rê li wan bigire. Şaneya terorîst piştî ku hat dorpêçkirin, gule li hêzên me reşandin. Hêzên me jî bersiv da. Di encama şer de çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribûn, hate kuştin û 2 jê jin, 6 çeteyên din hatin girtin. Her wiha 2 çekên AK-47 û rexteke teqemeniyê hatin desteserkirin.   Hêzên me ku destekê didin Pêngava Mirovî û Ewlehiyê, careke din diyar dikin ku ew ê desteka pêwîst ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn berdewam bikin da ku armancên pêngavê pêk werin û niştecihên kampê ji bela û terora endamên şaneyên DAIŞ’ê xilas bibin.”   Navenda Ragihandinê ya QSD’ê wê pişt re nasnameyên her du endamên xwe yên jiyana xwe ji dest dane parve bike.