Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê 2022-09-08 18:58:47     ENQERE – Parêzerên ku di Doza Kobanê de axivîn, xwestin siyasetmedarên girtî bên berdan. Heyeta dadgehê heya sibê navber da danişînê.    Danişîna 16’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar lê tên darizandin, di roja 7’an de li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê, hat lidarxistin. Dadgeh danişînê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê li dar dixe.   Piştî navberê parlementera HDP'ê ya berê Çaglar Demîr jî tevlî danişînê bû. Di danişînê de parêzeran bal kişand ser beyanên şahidan. Parêzeran diyar kir ku beyanên şahidan pûç bûne û xwestin siyasetmedarên girtî bên berdan.    Piştî parastinan heyeta dadgehê heya sibê navber da danişînê.