Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin! 2022-09-09 09:01:04   RIHA - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24 rojan de 40 zarok hatin kuştin an jî birîndarkirin. Berdevka Tevgera Nûdemê Cîhan Reşîd bal kişand ser armanca van êrişan û got: "Armanca Tirkiyeyê ew e, bi kuştina zarok û sivîlan ewlehiya herêma xweser ji holê rake."    Gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştî hevdîtina bi Rûsya û Îranê re zêdebûna êrişên esmanî, mafê jiyanê yê gelê sivîl û bi taybetî jî zarokan binpê dike.    Herî dawî, di êrişa Tirkiyeyê de ku di 18'ê tebaxê de bi SÎHA'yan êriş biribû ser dibistaneke gundê Şemokê ya li ser rêya Til Temir û Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.  Di vê êrişê de 4 zarok hatin kuştin û 11 zarok jî birîndar bûn. Ji birîndaran Silava Remezan di 5’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da.   'DI ÊRIŞAN DE 40 ZAROK HEDEF HATIN GIRTIN'   Bêdengiya saziyên navneteweyî ya li dijî komkujiyên didome. Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Silêmaniyê û Eniya Hevgirtina Rojava jî di 20'ê Tebaxê de raporek belav kir. Di raporê de hat ragihandin ku di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de yên di navbera 19’ê tîrmehê û 19’ê tebaxê de 8 jê jin 30 kes hatine kuştin û ji van 8 jê jin û 7 jî zarok bûne.    Rêxistina sivîl Save the Children ku navenda wê li Îngilistanê ye, derbarê zarokên di navbera 1-24'ê tebaxê de di êrişên bi SÎHA'yan de jiyana xwe ji dest dan raporek weşand. Li gorî raporê di 24 rojan de 40 zarok bi êrişên SÎHA’yan yên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kuştin an jî birîndarkirin.   Berdevka Tevgera Nûdemê Cîhan Reşîd ku li ser mafên zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebite, têkildarî binpêkirinên mafên zarokan  ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   Reşîd bilêv kir ku di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de mafê jiyanê yê zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye paşguhkirin û bal kişand ser hejmara zarokên di êrîşên dawî de jiyana xwe ji dest dane. Reşîd anî ziman ku Tirkiye bi van êrişan zarokên li herêmên ewle jî hedef girtiye û got: "Mafê zarokan heye ku li deverên  biewle mezin bibin. Lê di van demên dawî de em dibînin ku bi giştî gel û bi taybetî jî zarok, di êrişên hewayî de nayên parastin. Ev polîtîkayeke taybet a li hemberî vê herêmê ye. Tirkiye dixwaze li vir bibe desthilatdar."   ARMANCA TIRKIYEYÊ   Reşîd ku got "Qanûnên ku di şer de jî mafên zarokan diparêzin hene" îşaret bi qanûn û peymanên navneteweyî kir. Reşîd bilêv kir kir di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zarok ji van mafar bêpar mane. Reşîd, Danezana Mafên Zarokan a Cenevreyê ku Tirkiye jî alîgirê wê ye bibîr xist û wiha got: "Em dibînin ku bê Tirkiye vê danezana ku mafên zarokan diparêze çawa eciqandiye. Herî dawî yek 14 û yek jê jî 15 salî 2 hatin qetilkirin. Civaka navneteweyî ji bo van zarokan behsa mekanîzmayeke parastinê nekir. Armanca Tirkiyeyê ew e ku bi kuştina zarok û sivîlan ewlehiya herêma xweser ji holê rake."   'HERÊMA XWESER DIVÊ BÊ PARASTIN'   Reşîd diyar kir ku ji bilî zarokên ku di êrişan de mafên wan ê jiyanê tê binpêkirin, ji mafên bingehîn ên wekî perwerde û lîstikan jî bêpar tên hiştin û got, lê dewletên navneteweyî li ber van êrişan bêdeng in. Reşîd destnîşan kir ku divê herêma xweser bê parastin li hemberî êrişan.    Reşîd di dawiyê de anî ziman ku divê dewletên navneteweyî di warê mafên zarokan de berpirsyariya xwe bi cih bînin û got: “Pêwîst e saziyên navneteweyî ji bo van mafên ku Tirkiyeyê ew eciqandine helwestê nîşan bidin. Ji ber hedefgirtina zarokan divê Tirkiye di dadgehên navneteweyî de bê darizandin. Divê dewletên navneteweyî vê rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibînin. Divê dengê gelên li herêma xweser bê bihîstin. Li vir zarok wekî qurban tên hilbijartin.”   MA / Ceylan Şahînlî