Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan 2022-09-09 09:29:36 AMED - Girtiyê nexweş Şemseddin Kargili ku ji sedî 89 astengdar e û pençeşêra gurçikê lê peyda bûye, ji ber rapora ATK'ê ya "dikare di girtîgehê de bimîne" nayê berdan.   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 517 jê giran hezar û 651 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş ên di lîsteya nexweşên giran a ÎHD'ê de yek jê jî Şemseddîn Kargili ye. Kargili ji sala 1993'an ve girtiye û cezaye muhebedê lê hatiye birîn. Kargili, bi nexweşîna pençeşêra gurçikê ketiye û di heman demê de jî nexweşiyên dil, tansiyon û hwd. pê re hene. Her wiha Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a  Amedê jî di sala 2015’an de rapora astengdariyê ya ji sedî 89 daye Kargili, lê berdana wî ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hatiye taloq kirin. Kargili, niha di Girtîtgeha Dîlokê ya Tipa H'yê de ye.   Rojda Kargili, keça Şemseddîn Kargili bi lêv kir ku berî girtîgehê tu nexweşiyên bavê wê tune bûne, lê niha gelek nexweşî lê peyda bûne û got, nexweşiya pençeşêra gurçikê, nexweşiya dil, diyabet, tansiyon û gelek nexweşiyên din pê re hene. Kargili da zanîn ku 10 sal in nexweşiya pençeşêrê li bavê wê peyda bûye û berî pençeşerê jî gelek caran krîza dil derbas kiriye. Kargili diyar kir ku dema nexweşiya pençeşêrê li bavê wê peyda bûye nexweşxneyê raporek amade kiriye ku ew nikare di girtîgehê de bimîne, lê ATK'ê berdana wî taloq kiriye. Kargili anî ziman ku di sala 2015’an de jî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê jî rapora, ji sedî 89 astengdariyê daye wî û gotiye 'divê be berdan,’ lê ATK'ê ev rapor jî esas negirtiye.    JI BER İŞKENCEYÊ NEXWEŞ KETIYE   Rojda Kargili di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku gelek caran serî li ATK'ê dane, lê tu encam bi dest nexistine û got: “Li gorî raporên nexweşxaneyê jî divê bavê min bê berdan. Lê tevî raporan û serledanên me jî ATK berdana wî taloq kir. Ji bo ku bavê min berdin me gelek caran serî li Wezareta Dadê jî kir lê bersivek êrenî nedan. Bavê min li girtîgehê nayê dermankirin. Par dema pandemiyê diviyabû tedawiya wî bihata kirin, lê nebirin nexweşxanê û di revî de derman kirin. Di revîrê de jî tedawiyêk wisa bi rêkûpêk naye kirin. Nexweşiyên bavê min giran in, nexweşiya pençeşêrê divê li nexweşxaneyê bê dermankirin. Tenê dermanê êşbiriyê didin. Lê dermanê êşbiriyê wê çawa nexweşiya pençeşêrê sax bike? Bavê min 30 rojan di îşkenceyê de maye. Di îşkenceyê de neynûk û diranên wî kişandine, ceyran dane laşê wî. Bavê min ji ber wan îşkenceyan nexweş ketiye. Heke li derve bûna nexweşiyên wî ew qas giran nedibûn.”   TAHDEYA GARDIYANAN   Kargili bi lêv kir ku bavê wê dema hatiye girtin sewqî Girtîgeha Tipa E ya Amedê hatiye kirine û pişt re jî sirgûnî Amasya, Bolû û Sêrtê hatiye kirin û ji vir jî ji ber nexweşiyê sirgûnî Girtîgeha Amedê ya Tipa D'yê hatiye kirin. Kargili anî ziman ku bavê wê 7 salan di Girtîgeha Amedê de maye û paşê ew sirgûnî Girtîgeha Dîlokê hatiye kirin û niha jî di Girtîgeha Dîlokê ya Tipa H'yê de ye. Kargili destnîşan kir ku li girtîgehan pêkanînên bêhiqûqî tên kirin û axaftina xwe wiha domand: “Dema em diçin girtîgehê cem wî, her derê me kontrol dikin û lêgerîna tazî li me ferz dikin. Gardiyan bi awayekî hişk nêzî me dibin. Zext li ser derûniya girtiyan heye. Dema em bi telefonê bi bavê xwe re diaxivin ji me re dibêje 'xwarina kartû didin me.' Gardiyan îşkenceyê li girtiyan dikin.  Yanî bi her awayî zext li ser girtiyan hene.”    WEZARETA DADÊ JI BO SEWQÊ PERE JI MALBATÊ XWESTIYE   Kargili bi lêv kir ku ji ber ku derfetên wan kêm in nikarin biçin Dîlokê û ji ber vê name ji Wezareta Dadê re şandine ku bavê wê sewqî Girtîgeha Amedê bê kirin û got: "Lê wezaretê di bersiva xwe de got, ‘Pereyên xwarina leşkeran, heqê rê û pereyên wesayita ku wî bîne Amedê ji me re bişînin em ê sewqî Amedê bikin'." Kargili wiha bertek nîşanî peyama bersiva Wezareta Dadê da: “Gava sirgûn dikin ji me re nabêjin, lê dema em dixwazin ku girtiyên me sewqî vir bên kirin jî, doza pereyan li me dikin. Sirgunkirina girtiyan di heman demê de cezakirina malbatên wan e jî. Jixwe armanca wan ew e ku hem malbatan hem jî girtiyan bi hev re ceza bikin. Bi wan polîtikayên sirgunê dixwazin gelê kurd biqutifînin, lê çi dikin bila bikin gelê kurd dê paş de gav neavêje."    ‘NEHIŞTIN BAVÊ MIN TEVLÎ CENAZEYÊ DIYA XWE BIBE’   Kargili da zanîn ku dema dapîra wê jiyana xwe ji dest daye nehiştine bavê wê tevli merasîma cenazeyê diya xwe bibe û got: “Ji bo bavê min tevlî cenaze bibe, me cenaze çend saetan da sekinandin û serî li Wezareta Dadê kir ku bavê min jî were merasîma cenazeyê dêya xwe. Lê nehiştin."    BANGAWAZÎ   Kargili di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî kir ku li dijî van pêkanînên bêhiqûqî bêdeng nemîne û got: “Divê gelê kurd li hemberî van polîtikayan rabin û li hemberî binpêkirinên mafên girtiyan dengê xwe bilind bikin. Ew ji ber ku maf û zimanê xwe parastine di girtîgehê de ne. Lewma divê gelê kurd xwedî li girtiyên xwe derkeve. Yanî tu edalet li holê nemaye. Çend roj berê li hestiyên law di tûrikekî de radestî bav kirin. Li hemberî van neheqiyan divê gelê kurd rabe ser pêyan. Daxwaza me jî ew e ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.”