Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin 2022-09-09 11:41:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê endamê HPG’ê Tûran Ozel û endama YJA-Starê Şîlan Okmen ku di şerekî li çoltera Wanê derketî de jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarên xwe hatin veşartin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Tûran Ozel ê di 1’ê Îlonê de li çoltera navçeya Mîksê ya Wanê di şerekê de jiyana xwe ji des dabû, li Êlihê hate veşartin. Malbatê duh cenaze girt û anî Êlihê. Cenaze piştî wecîbeyên olî hate xwestin ku bi awayekî girseyî bê veşartin. Lê polîsên ku goristan dorpêç kirin diyarkirin ku ji bilî ferdên malbatê destûr nadin ku kes tev li merasîma cenaze bibe.    Cenazeyê Ozel li Goristana Asrî ya li navendê hate veşartin. Girseya di ketina goristanê de disekinî her tim dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin.    OKMEN HATE VEŞARTIN   Cenazeyê endama YJA-Starê Şîlan Okmen ku di şerê heman dîrokê li navçeya Mîksê derketî de jiyana xwe ji dest da jî duh hate wergirtin. Cenazeyê Okmen duh anîn bajaroka Ewêna ya navçeya Stewra Mêrdînê. Cendermeyan diyar kir ku wê destûr nedin ku cenaze bi girseyî bê veşartin û dê tenê destûr bidin malbatê.      DERIYÊ MIZGEFTÊ MIFTE KIRIN   Malbatê ji bo wecîbeyên olî yên cenaze pêk bîne, cenaze bir mizgefta bajarok lê deriyê mizgeftê hate miftekirin û hate xwestin ku bêyî wecîbeyên olî cenaze were veşartin. Malbatê bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku heta wecîbeyên olî pêk neînin wê cenazeyî neveşêrin. Piştî ku deriyê mizgeftê hate vekirin, cenaze hate şuştin û pişt re hate veşartin. Ji bo Okmen li bajarok şîn hate danîn.