Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin 2022-09-09 12:14:17   AMED - Hate îdiakirin ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûman de ye, 7 serokên daîreyan ên ji peywîrê hatine girtin, bêyî ku şaredariyê ziyaret bikin mûçe wergirtine.   Gelek “burokratên îthal” ku di demê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Munîr Karaloglû de ji bajarên cuda anîn, ji aliyê qeyûmê nû Alî Îhsan Sû ve di dîrokên cuda ji peywîrê hatin girtin. Hat îdîakirin ku Sekreterê Giştî yê Şaredariy Bajarê Mezin a Amedê yê berê Ayhan Kardan, Serokê berê yê Daîreya Çavkaniyên Mirovan û Perwerdeyê Alî Yucel, Serokê berê yê Daîreya Parastina Hawirdorê û Kontrolkirinê Necîm Şeyban, Seroka berê yê Daîreya Ragihandinê Hulya Atalay, Serokê Berê yê Daîreya Xizmetên Piştevaniyê Sedat Îpek, Serokê Berê yê Daîreya Karên Fenê Ustun Bol û Serokê berê yê Daîreya Xizmetên Civakî Hayrullah Akyildiz jî di nav de gelek kes hêj meaşan digirin. Tê diyarkirin ku kesên behsa wan tên kirin, bi ser 30 hezar lîreyan meaş digirin.