Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin 2022-09-09 19:53:12     STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya navçeya Beylîkduzuyê ku girtina Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzelê şermezar kir diyar kir ku Guzel vîna gel e û got: "Semra Guzel rûmeta me ye."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Beylîkduzuyê, derbarê dîmenên tahdeya polîsan de ya li Parlamentera HDP’ê Semra Guzelê ku di 2’yê Îlonê de hatibû girtin daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Beylîkduzuyê hat dayîn. Rêvebirên bajêr, hevserokên navçeyan, endamên Sendîkaya Perwerdekarên Şoreşger (DES) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Semra Guzel rûmeta me ye“ hat berzkirin û pankarta “Dest nede îradeya gel! Semra Guzel rûmeta me ye“ hat vekirin.    Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka HDP’a Beylîkduzuyê Adalet Unlu ve hat xwendin. Unlu destnîşan kir ku yên her nelirêtî û diziyê dikin bi serbestî digerin û kirina sûcan didomînin û got, mafê parêzbendiyê yê parlamentera wan Semra Guzelê bi dek û dolabên desthilata AKP-MHP’ê hatiye betalkirin û piştre bi senaryoya Wezîrê Karên Navxweyş Suleyman Soylû di 3’yê Îlonê de hatiye girtin.    Unlu got ku binçavkirin û awayê binçavkirina Semra Guzelê bêhiqûqî ye û got: “Qeyda wê ya girtîgehê ya ji ber ku parlamenter e nehatiye çêkirin, bi rêya hekîmiya ku bi KHK’ê hatiye îxraçkirin hatiye çêkirin. Ev yek deqeke qirêjî ye û li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê hatiye xistin."    Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e“ û “Semra Guzel îradeya me ye“ bi dawî bû.