Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû 2022-09-09 20:55:35   ÎZMÎR- Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên nexweş bû.    Li Girtîgeha Kiriklar a Hejmara 2 a Tîpa T'yê girtiyên nexweş Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz di 28'ê Tebaxê de li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn.    Îro girtiyê nexweş Îbrahîm Tîkan nameyek ji malbata xwe re şandiye û ragihandiye ku di 5'ê Îlonê de Behram Sagdikî û Mehmet Farûk Araz jî daxilî greva birçîbûnê bûne.    Hat ragihandin ku ger şert û merc baş nebin dê roja duşemê koma sisêyan jî dest bi greva birçîbûnê bike.