Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de 2022-09-09 23:13:20   ŞIRNEX - Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Silopiyayê derbarê madeyên hişbir de semînerek li dar xist.   Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Silopiyayê ya Şirnexê ku di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ye, derbarê bikaranîna madeyên hişbir de semînerek li dar xist. Semînera li Parka Ahmet Kaya hat li dar xistin. Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk, Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek ciwan beşdarî semînerê bûn. Berpirsiyara Park û Baxçeyan Siyajîn Bûrûntekîn bi kurdî li ser xisarên tiryakê yên li ciwanan peyda dibin axivî û Rêvebera Polîtîkayên Jinê Nergiz Ant jî bi tirkî axivî.    ROL Û MÎSYONA MALBATAN   Siyajîn Bûrûntekîn di bikaranîna madeyên hişbir de bal kişand li ser rol û misyona malbatan û got: "Barê herî mezin dikeve ser milê malbatan. Girêdayî vê gelo zarokên me tiryakî bi kar tînin, çima bikar tîne? Divê em ewil vê pirsê ji xwe bikin. Ew malbatên ku tundiyê û zordestiyê dikin yekem sedemê bikaranîna madeyên hişbirê ne. Ji ber wê jî ev zarok ji malbata xwe dûr dikevin û tiryakê wekî hevalekî ji xwe re dibînin. Li dijî bikaranîna madeyê sekna me çi ye? Em ê çawa xwe jê xelas bikin? Divê em ewil van pirsan ji xwe bikin û ji wan re bibin alîkar.”   Piştre jî ji Midûriyeta Polîtîkayan a Jinê Nergîz Ant heman mijarê bi tirkî vegot. Ant bal kişand ser xisar û bandorên tiryakê û got, bikaranîna madeyên hişbir zirareke pir mezin dide civakê.    Di dawiya bernameyê de Hevşaredarê Şaredariya Silopyayê Suleyman Şavlûk jî axivî. Şavlûk jî bang li malbatan kir ku li dijî bikaranîna madeyên hişbir bi hêstiyarî tevbigerin û got, ew şaredarî li dijî vê yekê ew ê bernameyên bi vî rengî bidomînin.