'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye' 2022-09-10 09:04:05 WAN - Parêzer Dersîm Erîşen destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi awayekî sîstematîk dewam dikin û got: "Di sala 2020'an de bi guherandina qanûna înfazê re, girtîgeh veguherîn mirinxane û îşkencexaneyê." Ji sala 2020’an heta niha 141 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Dersîm Erîşen, piraniya van mirinan ji ber binpêkirinên mafan pêk hatine.   Erîşenê anî ziman ku pirsgirêkên li girtîgehan bi salan e berdewam dikin û got: “Bi taybetî ji ber biryarên neyînî yên Saziya Tipa Edlî (ATK) her meh, her hefte girtiyek li girtîgehan jiyana xwe ji dest dide, lê divê mirov li pêvajoya beriya wê mêze bike. Dema çûna revîrê bi xwe jî divê gardiyan û cendirme hebin. Roleke revîrê ya ku pirsgirêka tenduristiyê û dermankirinê çareser bike tune ye. Girtî gelek caran daxwaza sewqkirina nexweşxaneyê ji rêvebiriyê dikin, lê ev bi erênî nayên nirxandin. Dema ku girtîgeh sewqê qebûl dike jî, girtî di dema sewqê de rastî lêgerîna li hundir dev û yên din tên. Ew, bi wesayîtên rîngê sewqî nexweşxaneyên dûr tên kirin."    ‘ATK DIVÊ BÊN BETALKIRIN'   Erîşenê bibîr xist ku girtî berî ku biçin ATK'ê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got, ji ber van rewşan carinan girtî neçar dimînin ku dermankirinê red bikin. Erîşenê destnîşan kir ku ATK ji bo girtiyên nexweş biryarên zanistî nade û got: “ATK, ew sazî ye ku biryarên nezanistî dide, daxwazên desthilatê pêk tîne, ji bo girtiyên nexweş biryarê nade. Lewma divê bê betalkirin. Ji ber ku ne saziyeke bêalî ye. Xebatkarên wê jî ji aliyê dewletê ve hatine tayinkirin, lewma saziyeke alîgir e. ATK, raporên ku nexweşxaneyên dewletê didin qebûl nake. Ev nîşan dide ku bê çawa biryarên desthilatê pêk tîne û saziyeke çiq asî ji zanistê dûr e. An divê bê guherandin an jî divê raporên nexweşxaneyan esas bigire an jî bê bi temamî bê betalkirin."    ‘GIRTÎGEH DIBIN SEDEMA MIRINÊ'   Erîşenê anî ziman ku girtîgeh cihê temamkirina înfazê ye û got: “Dema ku em li dîroka Tirkiyeyê dinêrin, dîmenek berovajî vê yekê tê dîtin, girtîgeh hema bibêje bûne malên tolhildanê. Di doktrîna cezayê de tê gotin ku 'parastina mafê jiyanê ya girtiyan di bin berpirsyariya rêvebiriyên girtîgehê de ye', lê niha dest ji parastina mafê jiyanê berdin, dibin sebeba mirinê. Ew bi xwe îcrakarê mirinê ne e. Girtîgeh ji bo girtiyên siyasî bûne malên tilhildanê. Dema em li raporên desthilata biryardar, li raporên ATK'ê dinêrin em em dibînin ku bi biryarên xwe rê li ber mirinê vedikin."    ‘ATK BÛNE DGM'   Erîşenê anî ziman ku di nav girtiyên nexweş de yên ku li Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) hatine darizandin û cezayê muebbetê li wan hatiye birîn hene û got: “Ev mirov jixwe nêzî 30 sal in di girtîgehê de ne, ji ber kêmxwarinê, şert û mercên tecrîdê û îşkenceya fîzîkî di warê tenduristiyê de bi bi gelek pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne. Di sala 2020’an de qanûna înfazê hat guherandin û desteyên çavdêriyê çêkirin. Berdana girtiyên nexweş ên nêzî 30 sal in girtî ne tê astengkirin û înfaza wan tê şewitandin. Ev ew pêkanîn in ku rê li ber mirinê vedikin. Ev girtî li DGM'yan bi biryarên dadwerên eskerî hatine darizandin û cezayên wiha neadil û giran li wan hatiye birîn. Di vê pêvajoyê de ATK bi şewitandina înfazan, pêşîlêgirtina li dermankirinê û berdana girtiyan rol û risteke cuda ya DGM'yên salên 90’î girtiye."   ‘DEWLET HEYFÊ DISTÎNE'   Erîşenê anî ziman ku li girtîgehan destwerdanek tund tê kirin û wiha dewam kir: “Dewlet heyfa xwe ya ku nikare ji derdorên muxalif û polîtîk ên nikare xwe bigihîne wan, ji girtiyên siyasî yên di bin kontrola xwe de distîne. Hema bibêje ev li cem wan veguheriye keleporeke siyasî."    Her wiha Erîşenê anî ziman ku bertekên têkildarî girtiyan kêm in û bang li her kesî kir ku li dijî pêkanînên neheq û bêhiqûqî dengê xwe bilind bikin.