Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir 2022-09-10 11:14:17   RIHA - Şandeya ku parlamenterên CHP’ê pêk dihat serdana Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar kirin.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo 3 ferdên malbata wan di êrişa parêzvan û xizmên Parlametnerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, berdewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobedê digire, di roja 551’emîn de berdewam dike.      Şandeya CHP’ê ku ji Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê û Parlamenterê Balikesîrê Ahmet Akin, Parlamenterê Rihayê Azîz Aydinlik, Parlamenterê Stenbolê Mahmût Tanal û yên li gel wan pêk dihat, serdana Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît pêşwazî li şandeya CHP’ê kirin.    Di serdanê de Ferît Şenyaşar derbarê qetlîamê û dozê de agahî dan şandeya CHP’ê û got: “Em ji bilî edaletê ti tiştekî naxwazim.” Parlamenter Mahmût Tanal jî vê sozê da malbatê: “Bila dayika me qet meraq neke, teqez em ê edaletê bînin vê axê.”