Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze 2022-09-10 14:10:13 STENBOL - Dayikên Şemiyê diyar kirin ku wan mirovên di darbeya 12’ê Îlonê de bi darê zorê hatine windakirin ji bîr nekirine û xwestin her kes bi 12’ê Îlonê re hevrû bibe û hesab ji darbekaran bixwaze.    Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û bi daxwaza darizandina faîlan di hefteya 911’emîn de li avahiya ÎHD’a Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser mirovên di heyama darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de bi darê zorê hatine windakirin.    Daxuyaniya vê hefteyê Îkbal Eren a xwişka Hayrettîn Eren ê di heyama 12’ê Îlonê de di binçavan de hatibû windakirin xwend. Eren destnîşan kir ku wan mirovên di îşkencexaneyên heyama darbeye de hatine windakirin ji bîra nekirine û di pêvajoya wê darbeya 12’ê Îlonê de jiyan, rûmet, maf û azadiya mirovan di bin piya de hat eciqandin.    ‘SÛCÊN GIRAN HATIN KIRIN’   Eren bi bîr xist ku di heyama darbeya 12’ê Îlonê de sûcên giran hatine kirin û got: “Wisa bûye ku welat ji darbe û rewşên awarte teşe girtiye. Ev dike ku mafê mirovan, demokrasî û hiqûq û mafê çandî bên astengkirin.”   ‘DARBEKARAN HESAB NEDA, HATIN PARASTIN’    Eren da zanîn ku li Tirkiyeyê tu demê darbekaran ji ber kirinên xwe hesab nedane û wiha got: “Darbeya 12’ê Îlonê nehatiye hevrûkirin, hesabê wê nehatiye dayîn û birînê wê ku nehatin kewandin rê li ber ‘travma civakî’ vekir û ev travma di nava civakê de ma. Cemîl Kirbayir, Mahmut Kaya, Huseyîn Morsumbul, Nurettîn Ozturk, Zekî Altunbaş, Hayrettîn Eren, Nurettîn Yedîgol, Suleyman Cîhan, Mustafa Hayrullahoglû û Maksut Tepelî di îşkencexaneyên 12’ê Îlonê de hatin windakirin. Eren, Sulyeman, Cîhan û Hayrullahoglû li goristanên bêkesan hatin veşartin lê ji windakiriyên din tu xeber nehat girtin. 42 sal in edalet pêk nehatiye. Zîhniyeta ku darbekar û kujerên 12’ê Îlonê bêceza hiştin, îro jî li ser kar in. Em ê windakiriyên xwe ji bîra nekin û em ê kujeran jî efû nekin. Em her kesî vedixwînin bi 12’ê Îlonê re hevrû bibe û hesab ji darbekaran bixwaze.”